Eve demek e, belavbûn û ji hevketina PDKê li Bakur cihê gotubêjêye. Bê guman gelek sedemên ku PDK di nava xwe de ji hevket hene.Ev yek di hinek platforma de dikare bête minaqeşekirin. Lê di demek nêzik de ji bo yekitiyek di nava PDKê li Bakur bê avakirin hinek kar û xebat hate kirin. Hemû aliyên ku xwe wek grubek ji vê partiyê navdikiran re pêwendî hate dayîn û civînên hevbeş pêkhatin.Di encam de biryar hate dayin ku di nava PDK-T de yekitîyek bê pejirandin. Kêm zêde li gel hinek kêmasiyan jî be , ev biryar ji aliyê grubên ku di civîna de amadebûyîn ve hate dayîn.Çima PDK-T? Yan jî ne navek din? Ji berî her tiştekî li Bakurê Kurdistanê xebata vekirî, şefaf û zelal pêwiste. Eger mecal hebê ku mirov partiyên vekirî de kar bike ev yek rêya herî baş e.

PDK-T partiya me ye. Bawer nakim kesek dijê vî navê pîroz be.

Niha li Bakur bi navê Kurdistanê Partî hatine damezirandin. Ev girîng e. Wek din dema mirov di tekoşîna xwe de, rêyên tundî û tujiyê bi kar neyne, hingê xebat di metodên demokratîk tê kirin. Ev yek jî sedemek bingehîne ku, di partiyên eşkere de xebat berdewam be.Ji aliyek din jî pêvajoya siyasî ku tevgera Kurdistanî têrê derbas dibe û taybetî rewşa Kurdistana Başûr jî vê yekê behtir dike weke pêwistiyekî.Yanî kurtahî xebata siyasî li Bakur divê partiyek eşkere de bête kirin.Wek din Bakur tecrubeyekî berbiçav re derbas bûye û hêja jî dibe. Rewşa PKKê û HDPê gelek vekirî li holê ye. Nabe mirov bi partiyek weşartî de kar bike û partiyek din vekirî bê kesayet bêxe di qada siyasetê de.Bê guman eger bawerî bi tenê xebata veşartî bê û mirov xebata eşkere qebûl neke , ev jî cihê rêzgirtinê ye. Lê li gora min di vê pêvajoya siyasî de ne raste.Tu cara xebata veşartî ne terciha kurda bi xwe bû. Zordarî û zilma dewletê kurd mecbûrî vê yekê kiriye. Lê eger îro derfet hebê ku partiyên legal bêne damezirandin, divê ev yek bê kirin.Yekitita PDK li Bakur cihê dilxweşîyê ye jî. Nabe kesek û taybetî kesên xwe li ser rêbaza PDKê dibînin ji vê yekê ne rihetbin.Bê guman wê, di nav me de rexne hebin, kemasî hebin lê nabê mirov tu cara pêwendiya biqetine û hinek gotina bêje ku rojekî mirov nikaribe li rûyê hev binêre.Di encam de emê hemû werin ba hev û di nava yekrêzîyekî de cih bigrin. Ji bo vê gerek zemîn bêne amadekirin. Ne ku zemînê heyî jî mirov têk bide.Divê em xwedî tolerans bin. Em erênî li hevûdin binêrin û her gava ji bo yekitiyê bê avêtin berûpêştirve bibin.Gelek hate ceribandin kesek feydê ji xirabiyê nedîtiye û nabîne. PDK-T partiya herkesekî li ser rêbaza Barzanî ya pîroz e.Eger mirov hêja berfirehtir bifikirê. LiBakur yekitiya xeta netewî bûye pêwistiyek. Divê em vê yekê jî bêxin rojeva Tevgera Kurdistana Bakur de.

Eger PDK-T li ser hevbe, yekrêz be dê bikaribe rolê xwe di pêkanîna eniyek netewî, Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê de bileyze.

12.4.2016

Dara Bilek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: