Nivîsar

Yekitiya hêzên pêşmergeyan pêşeroja Kurdistanê ye

Ji bo yekiya temamî di navbera hêzên pêşamergeyên Kurdistanê de pêkwerê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe serpereştiya prosese yekbûnê dike.

Eve bi salane behsa pêwistiya yekitiya hêzên pêşmerge li başûrê Kurdistanê tê kirin. Mixabin heta wek îro gelek cara biryar hatiye girtin lê di praktikê de ev yek pêk nehatiye. Mijara yekitiya hêzên pêşmerge û avakirina hêzek yekgirtî û niştimanî gelek cara bûye babetê gotubêjê. Herweha pêkneanîna vê yekê rexneyek herî mezine li desthilata Kurdistanê tê kirin.

Du hêzên sereke yên pêşmergeyan hene , hêza PDKê û hêza YNKê gelek cara di nava wezereta Pêşmerge de ev herdu hêz bi fermana wezaretê tevdigerin. Lê ev yek li ser erdê ne welêye. Her hêzek biryara dawî ji partiya ku pêve girêdayîye werdigire. Ferman ji desthilat û dezgehên dewletê behtir di destê partiyan de ye.

PDK û YNK dixwaze ev yekitî pêkwerê, hêzên hevpeyman li Kurdistanê û Iraqê dixwazin ev yek bê cih bi cih kirin, ji hemûyê girîngtir Kurd hemû vê yekitiyê dixwazin. Bê guman sedemên ku heta wek îro ev yek pêknehatî hene û gelekin. Ev sedem rewşa aliyên siyasî ve girêdayiye. Lê hevce nake ku mirov behsa vê bike.

Ya giring ewe ku ev yekitî bi awayek rasteqênî li ser erdê pêk werê û hêdî mirov nebêje Pêşmergeyên PDK yan yên YNKê. Nabe ku pêşmerge yan jî hêzên ewlehiyê yên partiyan hebe. Heta ev yek hebe tu cara dewletek naye avakirin. Ji bo vê yekê, ji bo dewletbûna Kurda û ji bo istiqrara siyasî yekitiya hemû hêzên ewlehiyê di serî de ya pêşmergeyan ji bo pêşeroja Kurdistanê pêwistiyek jiyanî ye.

Nêçîrvan Barzanî gelekî girîngiyê dide vê yekê û niha ew bi xwe serpereştiya prosesa yekitiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike. Pê guman di ev yek vê pêvaja hesas de destkeftiyek ya herê hêja ji bo başûrê Kurdistanê be.

Yekitiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê pêşeroja Kurdistanê ye.
Herweha ev yek demana parastin û bergiriya Kurdistanê ji dijminane..

Eger hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yek hêzbûya û di bin fermana serokê herêma Kurdistanê de tevbigera , tu cara xiyaneta 16ê Oktoberê di sala 2017ê de çenedibûya.

E yek bi xwe dide nîşandan ku rewş gelekî giring e û divê her aliyek pişgiriyek mezin bide vê pêvajoyê û pişgiriya serokê herêma Kurdistanê bikin.

Nûçe/analîz

Back to top button