Polîtîk

Tu rêkeftin li ser Til Temir çênebûye

Berdevkê  HSDê Kîno Gabriyêl di daxuyaniyekê de ragihand, hin dezgehên ragihandinê belav kirine ku rêkeftin di navbera Rûsya, Tirkiye û HSDê de derbarê bajarokê Til Temirê û riya navdewletî M4 de hatiye kirin, ji bo rawestandina şer li wê navçeyê û radestkirina riya M24 bo hêzên Rûsî û Hikûmeta Sûriyê.

Peyvdarê HSDê van nûçeyan red dike û tekez dike, artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve bi berdewamî êrîşî li ser gundên Til Temirê dikin û ti carî ew pabendî rêkeftina agirbestê nebûne.

Hatibû ragihandin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê bajarokê Tel Temir radestî hêzên Rûsiya bike.

Back to top button