Nivîsar

Yekitî di nav kurdan de

Ji bo min êrka yekem welatparezî bi awayekî demokratik avakirina yekitiyekî pluréalist, ku hemu rengên civata gel bo bêrjevendiya hemu mafên wî ye siyasi, abori, çandî, civakî bi serbixwe û bistine, divê pêşengên welat dest pêbikin yek bloka hemu Kurda avabikin.Yekem mercen ji bo serkeftin û bidestxistina mafê netewa gelê Kurd, li xwe vegere û avakirina îtîfaqa nav xweî û Yekitiya Kurdaye. Berpirsen vê yên yekem, ênku xwe Serok, Siyasetmedar, Rewşenbir, Şoreşger, Welatparez, Dîndar, demokrat û hûnermendin û Parti, endamên partiyan û komelenwanin.

Îtîfaq û Yekitiya Kurda û BDP

Ez di tevgera BDP, KCK û serîde biréz Abdullah Ocalan’da her hefte di beyanên wi da û  ku tu daxwazek, legerinên wan da ti damanek, sitandinek û diyardeyeki wana berbiçav, berê ne ji bo îtîfaqeq ku di nava Kurdan da û nejî ji bo yekitiyek bi parti, grubên esîl yên kurd re bi projeyek muşterek ku li ser hiqûqek rast, ji bo hemu mafê gelê Kurd bi avayek Demokratik û akademik ku wê bibin yek tu projêyên wan nabinim.

Eger tiştekî welê hebuna ewê dewlete ticari nihîşta ku Abdullah Ocalan bi riya avukata ditinên xwe ji dervara û li mediyaye de belav bikra û nêşefafî ji vir despedike ku hertişt li gor kontrol û xwestekêk û organizatiyona sitratejiya dewlete tê meşandin.

Û ji ber vêye ku em her roj gelek bûyerên nêzelal ku tênmeşandin dibînin, em sahdikin, hîn  sinyal û hewlên wek berê, cardin bi navên Demokrasiye ji bo avakirina bloka çep avabikin tevdigerin rûdidin. Berê jî ev tişt ser nave Demokrasiye hate kirin û tecrubekirin le gelê Kurd ji vê zerarek mezin dit, perçe û marjinal bu, bisedhêzara rayên kurda ketin sindokên hemu partyên rejima yek dewlet, yek gel, yek Al, yek ziman.

Binavê Demokrasiye, ewûlî Demokrasiye li nav gelê xwe û jibo Kurdê xwe bi hêzbike û ji bo hemu mafêwanî demokrasiye, ku netewa Kurd carekedin perçe û marjinal nebe û nebe hingivê ser nanê dijminên wî. Plan, proje û sitratejiye xwe à navxweî divê avabikin. Ev helwesta berê, dirojên bêyîda dubare bibe wê Kurd cardin gelêk zirar bikin.

Bi amin, Tirkiye tiştên ku birêva dibe, ji bo wextek kin, di daxwazênxwe da li hember kurda ewê bi serkevin.Le neteva Kurd xweyê nufusek zedeyî 20 miliyonîne û ew xweyê wî welatî ên esîlîn û ku jire dibejin Kurdistan, xweyê Dirokek bihêz û zimanek dewlemendin. Wusa biben û pîna serê kurda  giredin û bixapînin û ewê cardin kayil nêbin.

Ev bi hilê, xapandin û neheqî, li dijî, însanetiye û azadiyeye. Li dijî wekhêvîya mafên netewa gelê Kurde û gelê Tirkiyeye jî.

Biamin li Cumhuriyeta Tirkiyekî Demokratîk û uniter û ku Kurd têda wêk  mozaîkên wan bin, dikin. Êva Qet nameşe.

BDP’yî xizmeta vê proja mozaîke dikin, Ji bo ku Kurd biser nekevin, bên perçekirin tevdigerin, Gelo çima ?

Le bi dil û can û hêvi dikim ku ez di ditinên xweda şaş bim, ew li xwe vegerin û ji bo mafê gelê Kurd tevbigerin û qîmetê bidin parastina berjevendiyên neteva Kurd û yekitiya wan bi hemî reng, ol û komele û tevgeren Kurd ra.

Birindariya dijwar à Kurda û li dij yekîtiya Kurda, bêtevgeri, bêdengiyek giran, nepirsin û negerina ji bo yekitiya navxweîya Kurdaye.Kurmên vê birînêjî xwîna xwe jê digre û pêşiyê li yekitiya kurda û hemû tevger, şoreşger, reweşenbir û demokratan digre.Wext hêjî hêye, le sibe karê derengbe. Dive ku Doxtorên pispor zu midaxleyî vê birînê bikin û dermanek jêra bê dîtin û ji vê kurmê ku di birînê de dijî û li pêşîya yekîti û azadiya gelê Kurd dibe asteng, çareyek bê peydakirin. Ev erk dikeve ser mile her Kurdek.

Li ser xaka bav û kalên me Kurda, li nivî orta nexşeriya Mezopotamyayê da ku yekem medeniyeta însaniyetê lê avabibû, yek ji wan avakerê ên esîl, xelke Kurd bû û nave welatê wan jêra dibejin KURDISTAN, ku ji me bi zilm, zore û bi hîlan hatiye xespkirin. Îro jî li sernavê welate yek Tirkiyeyê, her berdewam dike, plan û proje xwe, ji rojhalata navîn bigre heta komisiyonên Evropayê danîne, datînin û li nava çavê me de zoq, zoq dinêrin diqîrin û me jiçand, dirok, kultra meyî, birumet û hemû mafên me yên netewî bêpar dikin, tev digerin.

AKP, hukumet serkêşîya proja mozaîke dike, Dewlet, dindar û hunermendênwan bune yek, MHP qayile CHP haziriye xwe dike jibo xwe bigîhîne sewîya wan. Piştrejî her yek liser dîne xwe jibome Kurda dafik û kozikê xwe deynîn û  tekevin nêçira Kurda, haziriyên xwedikin jiseçimara.
Bi naveTirkiyeyek bi hêz û mezin bi hemî hêza xwe ya siyasî û bi dezgeyên xweî civakî, çandî, li herderi, bi siloganên dînî, biratiye, yek perçetîye, bi wâdên azadiyên ferdî me dixwazin bixapînin.

Li KURDISTANA’me, Tirkiye, ji sala 1920 û virda, bihezara, dehhezara û bisthezara Kurda qetil kiriye, hindakiriye, di îşkenca da û hepsa da rizandiye.

Li KURDISTANA’me, Tirkiye, Kurd jibo azadiya welatê xwe, mafên xwe yên netewî parastiye û xwestiye, wan bizore Kurda bi milyonan dane koçkirin û li kûçên xêribiye pêrîşan kirin. çima ? jiberku gelê Kurd dev ji berxwedana azadiya xwe bernedaye û em dev je bernadin, Azadiya welateme Kurdistan hebûn, rûmet û şerefa me ye. Bivê helwesta xwe, ew hertim me xaîn dbînin.

Jibo rojekî riya biratiyekî li navbera Kurd û Tirkada avabibe.
Divê pirsênvan bênkirin û Tirkiye bersiva van, ji avabuna cumhuriyete Tirkiyaye sala 1923 virda xedr, zilm, girtin û kû$tinan bide û telafî bike
Hesabên van têvan divê bên pirsin ku Tirkiye li hember gelê Kurd bivî kare xwe yê xerab rû bi rû be, evê riya raste.

Li wexta em Kurd, dev ji maf û hukuke gelêxwe berdin û bibin endame parti û saziyên wan in, em ji wanra eskeri, karkerî, vergiyexwe bidin, şeq şeqçi û ma’murên wanbin, emê birayewanbin.evê riya nêraste.

Jibo yekitiya kurda, bi siyasi, bi tevgerên kurd ên siyasî ra bi programek sitratejik, hêz û partiyên kurda ra nabin yek, ew kesê ji xwe pêştir wek muhatabe kurda, ti hêz û partiyekî dine meşrû qebûl neke, Jibo ev alternatif çênebe, ki dibe bila bibe, ew xelet in û ew bixwe zanin, bila îdi dev ji vê helweste, em tev dev jêberdin  û ji pêşaroja Azadiya Kurda ra dibin sebebe xirab û biserdejî xwe yekem pêşengên demokrasiyê bihesibînin ev ne rast e, ew li hemberî hemû maf û mazlumên gelê Kurd nêheqin, ev rengên diktatoriyê û xizmeta koledarên gelê Kurd e.

Lê gava ew wek muhatabe gelê kurd tikevin tekiliya, ew her tim bi navên demokrasiyê, bi şiar û pêşengtiyê xwe dipezinin, kinge ew Demokrasiyê dinav gelê xweda bijiyan kirin wê hingê hertişt rast û baş bibe.

Demokrasi tenê jibo xwe rêwa dîtin, û libawan herkes jiwan ra mecbure û itâtkârbe, ev xelete.

Gava kesek bixwaze fikr û ramanê xwe bêje, mafê xwe yê demokratîk bikar bine û jê bihne bistine û bibe sebebên êrîşên xerab û tehditkar, ev jî ne rast û zilm e.
Em ku li dijî zilme pê$engî dikin, jibo adaletek ba$ ku herkes pê birumetbe.

Ev 30 sal e, ev gelê Kurd bimalê xwe, canê xwe bedelên gelek mezin da, ji bo azadiyekî birumet, li ser navên projeyên avakirina şiyarên dewletekî sexwebûn à Kurda, Ka. Devjêberdan, çima ?
Ev xumamî û nêzelali ye, Kem kes pirs dike, çima ?

Bi amin iro li Kurditana bakur şertên jibo Fedralisme he yê, civata Kurd, tevgerên wanî siyasî, BDP, HAK PAR, TEVKURD û gelek komele, saziyên serbixwe û grubên wanî olî henê, ew karin bihevra runên liser fikra xwestkên mafê gelê xwe li ser mase, ji şertên mozaîka Tirka bigre, demokratik ozerklik û Federalizme minakşe bikin, hêta lista mozaîke, ka serkeftinên mozaîke çiye, çi nîne. Mafên Demokrat ozerklik çiye û Mafê Federalisme çiye, çekin û bibin beşberê gelê kurd bikin, ku niyet jibo gel û Demokrasiyabe û rastbe, divê gel çibixwaze ewbe, ewê hinge hertişt zelal û berbi zelalivejî bimeşe.

Bi ditinamin jibo ku Kurd û Tirk karibin bi hevra bi awayekî arami pêşerojeda  jiyan bikin modela Federalism hêri rêaliste, wekîdin nê mumkune û ewê kinge hebeji ewê jihev cudabibin

Mafê FEDERALISMA ku ez dibejim bi kemasî evin.

Mafên tayinkirina kedera xwe
Nasnamawanî siyasî, fermi.
Navê welatê wan Kurdistan. Sinorên Federal, Ala Kurdî, Marşa Ey Raqîb.
Vegerandina hemû navên kurdî,
perwerde bi zimane kurdî li hemu dibistana bi fermi.
Di nav Sinorê xwe yê Federal da mafên biryarên îdari, hiqûqî, sîyasî,
ewleyî, asayî$î, mafên abori û çandi û hêta diketinên $erên cihanîda mafên biryarên xwe hebin.

Berhemên herî hêja timî bi xera mejîyên azad hatine afrandin û iro gelê Kurd ji her kesî û demî pirtir hêwcêyen Demokrasiyek réz legrtin û réngîn, bi mêjiyên azad heye  jibo xweş û gêşkirina jiyana gelê xwe.

Em bibin alikar jibo partiyen welatparez ên kurd û jibo peşîlêvekirina alternativek nû û demokratik, pluralist û àhêng.
Gelê Kurd berî her tişti hêwcêyî yekitiya siyasetmedarên xwe, rewşenbir, kadroyên xwe û şoreşgerên xwê ye û ew jî hewcê pişgiriya gelê xwe yê Kurda ne.

Nunerên BDP, HAK PAR, TEVKURD û ên ku esil kurd, wan mevanên Kurdistana başur li kongire 13 KDP bûn, wan pîrozdikim ji peşdariya wan ra.

Bi vê hicetê, serkeftin ji bo kongereya 13 emin KDP Kurdistana Federal à Irak.
Bijî 13 emîn kongera KDP Kurdistana Federal à Irak.

Pîrozbayî û serkeftin ji bo serok û cîgire KDP Kurdistana Federal à Irak.
Birêz Kak Mesûd Barzanî û Birêz Kak Nêçirvan Berzanî û hemu nunerên wan

Ev serkeftinên hêja û ji bo me hêvi ne.

Li Tirkiye û Kurdistana bakur jibo hilbijartinên  2011

Bi hêviya ku Hemu nunerên BDP, HAK PAR, TEVKURD û Grubên Dîndar, komele û saziyen xweî serbixwe, Demokrat, rewşenbîr,  welatparez , em Kurd li hev bigerin û bihev ra li reyên yektiya nava xwe emê çawa avabikin, xwesteke gelê xwe çawa bistinin û heqê xwe biheq bikin, jibo jiyanek bi rumet

Bibirayêti.
Bixebat, bihurmet, bisebir, bidil û can.
Rast e, rast bi alikariya hemu Kurdistaniya bi tevgerek xurt û xwe bikin yek.

Ji bo bidest xistina hemu mafên xwey netewî ê gelê Kurd.

Program Projeyên xwe yên  muşterek û sitratejik ava bikin.

Bi yekitiyek rast û bi ruyekî spî ji xelkê xwe û raya wan û pişgiriya wan bixwazim.

Wê hinge em gişt bi we ra, bi tevî gelê Kurd bi hemi hêz û qudreta xwe.
di hilbijartinada pi$ta baraja bişkînin.

Îro em li Tirkiye ji 20 miliyonî zedetir in lê hê jî hêsir, macirin.
Ev zilm e, zor e û şerm e ji medenîyeta hemû mirovatiye ra ku jêra bêdeng mayê û  bîmine.
Bijî xebata jibo yekitiya Kurda û bi destxistina Azadiya hemû mafên Demokratik à netewa gelê Kurd û Kurdistan.

Bijî Yekitî

Birayêtî, silav û rêzdari.

20.12.2010

 Suayip Adlig

[email protected]

Back to top button