Îroj

22'ê Berfanbar

22’ê Berfanbar

Di sala 1989’an û di rojekî wekê îroyê de Serok Dewletê Romanyayê Nîkolay Çawuşesku piştî raperîna xelkê Romanyayê rêvebertiya wî hate bidawîkirin.

Nîkolay Çawuşesku yan jî Nicolae Ceauşescu ( r.b.22 Rêbendan 1918 – 25 Berfanbar 1989 ) Di navbera salên 1965 û 1989’an Sekreterê Giştî yê Partiya Komonîsta Romanya, di sala 1968’ande Serokê Konsula Devletê û di navbera salên 1974 û 1989’an de jî Serok Komarê Romanyayê bû.

Rêveberiya wî ya deh sala ewilê di dema Şerên Sarê de nêzîkatiya wî ya li hemberê Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê û Ewropayê  ji welatên Pakta Varşovayê re cûda bû. Di vê demê de mora xwe li polîtakayê lêxist. Di pêşiya wî de Gheorghe Gheorghiu-Dej bi awayekî nazik daxwaza vekişandina leşkerên Yekîtiya Sovyetan dikir. Çawuşesku jî wekê wî daxwazên xwe tim dianîbû rojevê.

Di deh saliya wî ya duwemînê de rêzbarî, neteweperwerî û têkîliyên wî ya digel Hêzên Rojava û di heman demê de têkîliyên wî ya digel Yekîtiya Sovyetan gelekî xirab bû.

Rêveberiya Çawuşesku di berfanbara 1989’an de bi mudaxeleyekî leşkerî ve hatiye qulipandin. Çawuşesku û jina wî ji aliyê dadgehek leşkerî ve hatine darizandin. Darizandina wan di şebekeyek televîzyone de hatiye weşandin û di 25’ê Berfanbara sala 1989’an de bi gulle-barandinê ve hatine îdam kirin.

Back to top button