Hukumeta nû ya Iraqê hate ragihandin
Îro 266 parlementer di civîna parlementoya Iraqê de amade bûn û bi piranîya dengan, hukûmeta nû hat pesendkirin.
Kabîneya hukumeta Iraqê ya nû ji van navan pêktê:
1- Serokwezîr Nûrî Malikî ye û wezareta bergirîyê, wezareta navxwe û wezareta asayişa niştimanî jî bi wekalet jê re ne. Heta kesên din bîne destnîşankirin.
2- Cigirê serokwezîr Roj Nûrî Şaweys e, û wezareta bazirganîyê jî bi wekalet jê re ye.
3- Cihgirê serokwezîr :Salih Mutleg
4- Wezareta Darayî: Rafi` Elîsawî.
5- Cîgirê serokwezîr :Huseyn Şehristanî re ye û wezareta elektrîkê jî bi wekalet jê re ye.
6- Wezareta petrolê: Ebdulkerîm Lueybî.
7- Wezareta derve: Hoşyar Zêbarî re ye û wezareta dewletê ya kar û barên jinan jî bi wekalet jê re ye.
8- Wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî: Elî Edîb re ye û wezareta dewletê ya kar û barên aştîyê jî jê re ye.
9- Wezareta tendirustî: Mecîd Hemed Emîn .
10- Wezareta veguheztinê: Hadî Elamirî .
11- Wezareta pîşesazîyê: Ehmed Nasir Delî.
12- Wezareta werzişê û lawan: Casim Muhemmed Cehfer.
13- Wezareta jêderên avê: Muhenned Selman Sedî.
14- Wezareta çandinîyê: Izzeddîn Dewle.
15- Wezareta dadwerîyê:Hesen Şemmerî.
16- Wezareta gihandinê: Muhemmed Ellawî .
17- Wezareta kar: Nessar Elrubeyî, û wezareta plandanînê jî bi wekalet jê re ye.
18- Wezareta zanînê û teknologiyayê: Ebdulkerîm Samerayî .
19- Wezareta rewşenbîrîyê: Sedûn Dilêmî .
20- Wezareta jîngehê: Gorgîs Silêwa.
21- Wezareta mafê mirov: Felah Sûdanî.
22- Wezareta koç û koçberan: Dîndar Necman.
23- Wezareta hukûmetê ya kar û barên derve: Elî Secerî.
24- Wezareta akincîkirinê: Muhemmed Sahib Derracî re ye û wezareta bajarvanîyê jî bi wekalet jê re ye.
25- Wezareta geştevanîyê û şûnwaran: Lîwa Simeysim.
26- Wezareta dewletê ya kar û barên parlementoyê: Sefaddîn Safî.
27- Wezareta dewletê ji Elî Debbax re ye û ew bêjedarê fermîyê bi navê hukûmetê ye.
28- Wezareta dewletê ya kar û barên parêzgehan: Turhan Muslih Hesen.
29- Wezareta dewletê: Hesen Xazî .
30- Wezareta dewletê: Buşra Huseyn.
31- Wezareta dewletê: Diya Necim.
32- Wezareta dewletê: Ebid Hesen Mitêrî.
33- Wezareta dewletê:Selah Mizahim Derwîş.