Ji Karmendên Amedê re cezayên zîndanê hate birîn
Ji bo Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê Galîp Ensarîoğlu û Serokê GUNSIAD’ê Şahismail Bedirhanoğlu û 9 bergumanê din re, di doza mîtînga ‘’ Ji Aştiyekî bi rûmet re erê’’ de 10 meh cezayê zindanê hate birîn.
Li Amedê di 1’ê Îlonê de mîtîngek bi navê ‘’ Ji Aştiyekî bi rûmet re erê’’ hatîbû çêkirin û ji ber axaftin û dirûşmên mîtîngê ji alîyê Dozgerîya Komarê ya Amedê dozekî hatîbû vekîrîn.
Di encamê dozê de ji Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê û Serokê Komeleya Karmend û Pîşesazên Herêmê û jî 9 Endamên Komîsyona Mîtîngê re 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Rûnîştîna dozê li Dadgeha Giran ya Amedê hatiye dîtîn. Di dozê de bergumanên Serokê DTSO Mehmet Galip Ensarioğlu û Serokê GUNSIAD’ê Şahismail Bedirhanoğlu, Serokê Tum-Bel-Sen’ê Edîp Yaşar, Serokê berê yê Odeya Tabîban Adnan Selçuk Mizrakli, Sekreterê KMM yê Şaxa Amedê Burhan Zorooglu, Serokê SES’ê yê Şaxa Amedê Vahdettîn Kiliç, Rohat Emekçî, Îbrahîm Halîl Oztoptan, û Selehaddîn Cengîz beşdarê runiştinê nebûne.
Dadgeh piştî parastina parêzgerên bargumanan biryara xwe eşkere kir. Ji bo 9 bergumanan di serê de salekî ceza hatin birîn û du re jî ji ber sekna bergumanan 2 kêm kir û li dawîyê ji her yekî van 10 meh cezayê zindanê hate birîn.