Cîhan

Îran 11 kesên din jî dardekir

Ajansa Nûçeya Fermî ya Îranê IRNA ragihand ku îro 11 endamên Cundullahê ji ber sucên ‘’ çalakiyên bombeyî û terorî,  kuştina mirovan, qaçaxçîtiya çek û mirovan û xebatên li dijî berjewendiyên Îranê’’ li girtîgeha Zahîdanê hatin dardekirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku piştî biryara Dadgeha Berz ya Îranê li ser 11 endamên Cundulahê  hatine înfaz kirin.

Li navçeya Sîstan û Belucîstanê di 15 Berfanbarê de û di merasîma Şehîdên Kerbelayê de êrîşekî xwekûjî pêkhatîbû û di encamê de jî 35 kesan jiyana xwe ji dest û 95 kes jî brîndar bûbûn. Êrîş ji aliyê rêxistina Cundullahê ve hatîbû kirin û heman rêxistin jî êrîşê girtîbûn ser xwe.

Back to top button