Polîtîk
8 Partî tevî CHP dibin
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP Gürsel Tekîn daxuya kir ku 8 partî di bin baskê CHP’ê de kom dibin. ew ne tifaqê hilbijartine.
Gursel Tekîn di naveroka daxuyaniya xwe de nave partiyan nedayê lê da zanîn ku ew tevlîbûna CHP’ê ye, ne tifaqê hilbijartine.
Gürsel Tekîn piştî Kongre ya CHP’ê li navenda CHP’yê digel rojnamevanan sohbetek kir pirsên wan bersivand. Gürsel ji bo rêxistinên navçe û bajarên xwe jî got : Emê di navbera berhevkar û xeritan de cûdakirinekî bikin.
Di vê navberê de 15. Kongreya Awarte ya CHP’ê bê fîre qediya. Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroğlu li ser rêveberiya nû xebatên xwe dan destpêkirin. Îhtîmalek mezîne ku Gürsel Tekîn jî di rêxistinê de berpirsyarî alîkarî serokê CHP’ê bibe.