Polîtîk

Rapora kurd pêşkêşî Gul kir

Prof.Dr. Vamik Volkan kesayeteke ku jib o hevrejiyana gelen ku li gel hev şerkirîn xebatên zanyarî pêkanîne. Volkan di derbarê çareseriya pirsa kurd de xebatek pêkaniye û ev xebata xwe pêşkêşî serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul kiriye. Eve çend carin ku Volkan li ser vê pirsê Gul dibîne û dîtinên xwe jêre dibêje. Ev cara 4-ê ye ku, Volkan Gul dibîne. Vê hevdîtinê de rapora ku Ekopolitik amade kirî danîn pêşiya Gul.


 Di rapora ku hatî amade kirin de ve pêşniyar hene.

– Divê hukumet ji prosesa vekirina demokratîk, şûnve gavê navêje û cesaretir be, herweha divê CHP jî pişgiriya vê prosesê bikeû li gora wê siyasetekê rêve bibe.

– Divê biryara ragihandina agirbesta PKK-ê baş bête xwendin û ji bo aşitiyek berdewamî bila operasyonên leşkerî bisekinin.

– Ji bo PKK ji çiyan dakeve divê zeminek civakî û siyasî bête amadekirin. Pêwiste li gora mecên Tirkiye çareserî bête dîtin.

– Pirsa bi kurdî perwerdebê kirin bila bête gengeşe kirin, ne li tevitiya Tirkiyebê jî divê li hinek deveran kurdî wek zimanê dayîkê di perwerdêde yê bixwaze kar bîne.

– Vekirina demokratîk divê berdewambe û hinek gav bêne avêtin ku civat hemî vê baş bibîne.

– Divê fikrên niştimana hevbeş bête  belav kirin û ev yek bi rastî ji xelkêre bête gotin.
– Divê dezgehên herêmî xbêne xort kirin.

– Divê siyaseta dewletê ya hişk û tund ji holê rabe.

– Pirsa kurd bi inkarkirinê nayê çareserkirin.Divê ji bo çareseriya gavên stratejîk û rast bêne avêtin.

– Divê pêvajoya çareseriyê de hesasiyeta kurdan û tirsa tirkan jî baş bête famkirin û siyasetek zanistî bête rêvebirin.Divê gelek zelal siyaset ji xelkêre bête gotin.

– Divê li herêmên kurdan bê baweriya di nav hêzên ewlekarî û milet de heyî ji holê bête rakirin.

– Dema li Irlanda Bakur, pirsa IRA xwestin çareser bikin, partiyên muhafazakar dijê pêvajoyê nesekinîn.Divê partiyên Trikiyejî pêvajoyê de astenga pêyda nekin.

– Divê gavên demokratik bêne avêtin û mafê mirovan baştir bîne parastin.

 

Nûçe: Sabah

Werger: Rojevakurd D.J

Back to top button