Nivîsar

Kongreya PDK-ê û rexnene

Kongreya 13-ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêkhat û bi guhertinek berbiçav temam bû. Ji berî kongre bicive gelek nirxandin li ser rewşa PDK-ê û guhertinan hate kirin. Berpirsên partiyê, endamên partiyê û gelek kesên serbixwe di derbarê kongreya partiyê de dîtinên xwe gotin û behsa pêwistiya hinek guhertinan kirin.

Kongre teknîkî û bi awayê hatî organîzekirin gelek serkeftî bû . Kongre nêzikî 1300 kes kirin mêvan û gelek serkeftî pêşewaziya mêvanên xwe kir. Karê piştî roja duyem karê kongreyê bi xwe bû. Dema mirov behsa guhertinê dike wateya guhertinê bi xwe gelekî girîng e. Partî ji berî her tiştekî hewlda ku bibe partiyek sivîl û ev kiriye ji armancek ya xwe ya sereke. Em ji bîr nekin vê Partiyê şoreşa herî dirêj ya Kurdistanê kiriye û encama serkeftina şoreşekî Kurdistan azad kirine. Yanî bi awayek din partiyê de herkesek pêşmergeyek bû. Di partiyê de dezgehên, leşkerî, istixbaratî girinaniyê de bûn. Ev partî bi seetekî nikare bête guhertin. Guhertina partiyek ku ji pêvajoya şoreşek serkeftî hatî divê qonax bi qonax pêkwerê.

Kongreya 13-ê bi xwe di bin bandora guhertinê de civiya. Gelek tiştên yekem di vê kongreyê de çêbûn. Ji berî du heyva kongre bicivê, bernameya partiyê hate amadekirin û di rojnama de hate belavkirin. Imkana herkesekî hebû ku l i ser bernama partiyê dîtin û pêşniyarê xwe vekirî bigihîne komiteyên pêwist. Heta dîtinên xwe medyayê de bêjin û biweşînin. Di Rojevakurd bi xwe de jî latiniya vê bernameyê hate belavkirin.

Peyreva partiyê ji aliyê desteyek pispor û hukukzana ve hate amadekirin. Gelek mamustayên zangoyê komita amadekirina peyreva partiyê de cîh girtin. Ji berî kongre bicivê demekî, gelek kesan ji bo serokatiya partiyê berendamiya xwe eşkere kirin û dest propagandê kirin. Wek gelek welatên modern berendama xwe didan nasandin û behsa projeyên xwe dikiran.

Ev çend xalên behsê hatîn kirîn xalên gelekî girîngin û ne bi temamî bê jî ji bo guhertinê destpêkeke gelek girînge.Vekirî dixweyê ku li gora berê gelek ciwan û jinan di serokatiya partiyê de cig girtine. Hinek endamên serokatiya partiyê yên kevin nehatine hilbijartin. Serokatiya partiyê ji seda 70 hatiye guhertin û gelek rûyên nû di serokatiyê de cih girtine. Piştî kongreyê divê mirov baş bişopîne ku, ka gelo çi hatiye guhertin û çi wek berêye. Gelo ev guhertin heta çi redeyê dê bikevin praktîkê de.

Di malpera Ajansa nûçeyan a Firatê ANF de kesekî bi navê Yusuf Ziyad bi zimanê tirkî di derbarê kongreya PDK-ê de nivîsek belav kiriye. Yusuf Ziyad di nivîsa xwe de guhertinên di nav PDK-ê de nabîne û ji dûr ve nirxandinek xeyalî kirie. Rewşa PDK-ê herkes dizanê çiyê û ji çi konaxê hatiye van rojan. Demokratbûna PDK-ê li gora pêvajoyên partî têre derbas bûyî divê bête nirxandin.

Kongreya partiyê gelek şefaf bû, kongre gelek kanalên televizyonî de hate weşandin. Partiyê di kongreya xwe de çikas pere serf kirine ew karê wan e û ji bo serkeftin û nûbûna partiyê çi bikin û serf bikin karê wane. Gelo çima ev yek tê rexnekirin mirov tê nagihe?
Nivîsa Yusuf Ziyad malpera ANF-ê de hatiye belavkirin, xwediyên rexna bi xwe divê demokratbin û herî tişta ne demokratik vekirî rexne bikin. Lê dema mirov “ Gêsnê çavê xwe de nebîne û şûjina çavê hinek din de bibîne“ nirxandin hinge armanca xwe diguherê û dibe tiştek din.

Tiştek gelek balkêşe ku mirov partiyek kurd bi çavê çepên Tirka rexne bike. Hingê rexne tinê ji bo pêkanina erkekî tê kirin. Vê yekê ve girêdayî dijbûna binemalekî bûye klasikek ya çepên Tirkan û teşeroniya vê yekê jî mixabin hinek kurd dikin.

PDK kongreya xwe ji bo xwe pêşvetir bibe pêkaniye û li gora mercên xwe yên taybet hinek guhertinên girîng pêkanine.
Guhertin ne tiştek hesaniye. Divê guhertin bikaribe rewşa civatê re bigunce. Bê goman mafê her kurdekiye kongreya PDK-ê rexne bike di vê derbarê de dîtinên xwe bêje, kêmasiyên çêbûyîn binirxîne . Dema rexne li gora hinek pîvanan bête kirin herkesek rêz li wan rexneyan digire û heta ev rexne dibe sedemek ku hinek kêmasî ji hole têne rakirin.

Herweha herkesek dikarê dîtina xwe û li gora bîr û baweriya xwe li ser rewşa PDK-ê û kongreya PDK-ê şiroveya bike û li gora dîtina xwe hinek tiştan binirxîne. Em hemi bi hevrê pêşerojê de bibînin ku ka gelo kongreyê 13-ê çi guhertin kar û xebata Partiya Demokrat a Kurdistanê de pêkbîne.

21.10.2010
Dara Bilek

Back to top button