Yekgirtuya Îslamî gotara Nêçîrvan Barzanî erênî dinirxîne

Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê gotara Nêçîrvan Barzanî erênî dinirxîne

Gotara Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya democrata Kurdistanê û kandîdê liîteya Kurdistanê bo pêkanîna kbîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê ku, duhê di rojnameya Hewlêrê de weşandibû, reaksyonên cuda li  pey xw anîn. 

Nêçîrvan Barzanî di nivîsa xwe de tekîd li ser normalkirina peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê dike.

Di yekem reaksyona xwe de, polîtbûroya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê  nivîsa Nêçîrvan Barzanî bi posetîv dinirxînine û Selahedîn Babekir berdefkê Yekgirtuyê di daxuyaniyekê de dibêje ku, ew weke Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê nivîsa Nêçîrvan Barzanî bi erênî dinirxînin û ji bo çareserkirina pisgirêkan bi pêngaveke posetîv dizanin, “lê em li hêviya gavên piratêkîn e.”

Weke tê zanîn Nêçîrvan Barzanî li jêr nave (paşeroja peywendiyên Partî û Yekgirtu) di jimara duhî a 1271 a rojnamye Hewlêr ku, ji başûrê Kurdistanê weûana xwe dike, nivîseka weşandibû û têde behsa giringiya asayîkirina têkeliyên navbera herdu partiyan dike û dinivîse:

Herwiha di wê çarçoveyê de bi tevahî baweriya min bi wê yekê heye ku zû yan dereng, wê peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê vegerin rewşeke asayî. Lewra pêwîste çendî zû be, em rewşa aloziya niha di cih de bihêlin. 

 

Nerîna min :