Nivîsar

Hemû nivîsa Nêçîrvan Barzanî li Rojevakurd bixwîne

 

Tevî ku dîtin û bernameya me ji hev cûda be, em hemû bi hev re li welatekê dijîn. Di encamê de jî dikeve dûriyana pêşxistina welat û berdewamiya pirsgirêkan de û divê em li ser berjewendiyên bilind ên ji bo pêşxistina welatê xwe hevbigrin. 

Herwiha di wê çarçoveyê de bi tevahî baweriya min bi wê yekê heye ku zû yan dereng, wê peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê vegerin rewşeke asayî. Lewra pêwîste çendî zû be, em rewşa aloziya niha di cih de bihêlin. 

Bûyerên Zaxo û Dihokê ne tiştekî wisan in ku bikarin van herdu aliyan ji hev qut bikin, ji ber em herdu alî wekî hizb û aliyên din di çarçoveya yasayê de kar dikin. Ji bilî vê yekê jî armancên hevbeş ên pir mezin me kom dike. 

Bêguman nedihat xwestin ku ev bûyer çêbibin û ji bo hemû aliyan nexweş bûn. Ji bilî dilgiraniya tevahiya gelê Kurd, lê em niha wisan dibînin ku aloziya rewşê hatiye bi cih hiştin. Niha dema wê yekê ye ku aramî, mantiqî û di dîtina berjewendiyên bilind ên Kurdistanê de, bernameyek ji bo îspatkirina peywendiyên asayî û tendirûst ên li ser bingehê efûkirinê bên danîn û xwe ji bo qonaxên geş ên siberojê amade bikin.

Lêkolîna lijneya ku niha Serokê Herêma Kurdistanê ji bo vê armancê biryara dirûstkirina wê dabû, gihaye çend encaman û kêmasiyên aliyan diyar kiriye. 

Li aliyê din jî qasî ku peywendî bi PDK’ê ve heye, ne niha û ne jî di pêşiya me de, em rast nabînin ku hinek berpirsên hikûmî yan jî hizbî ji xwe ve reftar bikin. Lewra berî her kesekî bangî berpirs û endamên PDK’ê dikim, di demê herî aloz û rewşan de girêdayî yasayê bimênin, mezinahiya hikûmet, navdariya demokrasî û bi hevrejiyana li Kurdistanê bi kiryarên ku yasayê dişkînin, têk nedin. Belkî divê berpirs û endamên PDK’ê jî berî her hemûyan û timî mînaka parastina yasayê bin. Di her bûyerekî ji nişkan û hestê mirovan dihejêne de, her tiştek rêzê li berjewendiyên welat, mafê destûrî yê welatiyan û partiyan bigrin. 

Wekî min di dema bûyeran de gotî û niha jî dûbare dikim, ez şewitandina baregehên Yekgirtûya Îlsamî ya Kurdistanê wekî bûyerekî şaş û neyasayî datînim. Ev jî ne siyaseta PDK’ê ye û nabe jî. Bi awayekî xweş di dema xwe de jî hinek berpirsên Yekgirtû yên li parêzgeha Dihokê bal kişandin ser vê rastiyê û gotin, ev ne siyaseta PDK’ê ye.

Mixabin bûyerên bi êrişkirina mal û milkê hinek welatiyan dest pê kir, vê yekê jî ne rewa dibînîn û ew welatî girêdayî kîjan dîtin û pêkhateyeke gelê Kurdistanê bin. 

Hikûmet ji parastina asayîş, mal û milkê taybet ê welatiyan, milkê giştî û hikûmetê berpirsyare. Herwiha divê parêzerê pir-hizbiyê be ku bingehekî ezmûna Herêma Kurdistanê di roja yekemîn a damezirandinê de ye. Her di wê çarçoveyê de pêwîste hemû partiyên bi destûr jî wekî partiyên sivîl girêdayî yasayan bin. Em di heman dîtinê de dibêjin ku pêwîste rêz li nirxên gelê me bên girtin û hestê ti aliyekê birîndar nekin. 

Ez bawer dikim ku heta vê derê problem vekirî û eşkere ne. Niha jî em naxwazin rê bidin ku bermayiyên bûyerên bi vî awayî heta hetayê û heya demekî dirêj jî li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de bişkên. 

Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê aliyekî siyasî yê bi destûr ê Herêma Kurdistanê ye. Çend sale beşdarî parlamentoya Kurdistanê bûye û tevlî Hikûmeta Kurdistanê bûye. Gelek caran bi lîsteya hevbeş li kêleka PDK, YNK û partiyên din beşdarî hilbijartinên Kurdistan û İraqê bûye. Herwiha di dema pêkanîn û rêveberina kabîneya çaremîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û di pêvajoyekî giran de beşdarî hikûmetê bû. Bi wî awayî heta radeyekê zêde beşdarî kêmkirina bermahiyên parçebûna îdarî û siyasî ya Herêma Kurdistanê bû. Ez bi xwe wekî serokê wê demê yê hikûmetê, timî ew yek li bîra mine û daxwazê ji endamên PDK û Yekgirtû jî dikim wê rawestgeha hevbeş a navbera me de ji bîr nekin. Ew rawestgeh ji nakokiyan pir zêdetir in. Ger wisan be, Yekgirtû hevkar û hevxemê PDK û partiyên Kurdistanê bû û bila ti kes ji me vê yekê ji bîr neke.

Niha jî em amadene ku peywendiyên dostane û hevpeymaniyê ligel Yekgirtûya Îslamî ber bi pêş ve bibin, mil bi mil ligel aliyên nîştîmanperwer ên din xizmeta avakirin û pêşvebirina welatê xwe bikin. 

Bi liberçavgirtina armancên gelê me, ti sedem yan jî astengiyekê ji bo berdewambûna rewşa aloziyê nabînîn, belkî pêwîste hemû alî hewl bidin ku zû vê rewşa awarte çareser bikin û derbas bikin. Ji ber erkên mezintir li pêşiya me ne. Ji bo vê armancê jî gelê Kurd li benda yek rêzî û hevdengiya hêzên xwe yên siyasî ye. 

PDK rêz li maf û azadiya karê her aliyekî siyasî yê xwediyê destûr û yasayê digre. Çi beşdarî kabîneya hikûmetê bibin yan jî di nava rêzên opozisyonê de bin. 

Pêwîste em hev qebûl bikin. Li gor karînê barê hev hilgirin û bêhnfireh bimênin. Ev jî bi taybet di vê qonaxê de ji hemû demê zêdetir pêwîstire, lewra wekî erkekî nîştîmanî nabe em ti aliyek xwe ji vê dûr bigrin. 

Hê pirsa nîştîmanî û neteweyî maye û nehatiye birîn. Çavê hemû neteweya Kurd li ezmûnên Herêma Kurdistanê ye û hemû Kurd hêzê ji bihêzbûna Herêma Kurdistanê werdigre. Bûyerên li pey hev ên dijwar û lezûbez ên welatên dûr û derdora me, barekî nû anîne pêş û bi giştî erênîne û di berjewendiya pirsên gelê me de ne. Niha di serdema vejandina hêza girseyî ya gelên welatên Ereb ên li navçeyê ya ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo pêşvebirina xebata gelê me ya ji bo azadî, gihiştina mafên neteweyî û nîştîmanî derfetekî guncaw derxistiye. Ev ji bo gelê me derfetekî nû ye, divê bi awayekî xebatê li ser wê yekê bikin ku nifşê li pey me gazindan ji me nekin. Divê em hemû hewldanekê ji bo ku moralê gelê me nekeve bikin û Herêma Kurdistanê navendeke ji bo hemû Kurdan.

Em çi wekî PDK yan wekî kabîneya nû ya hikûmetê, li benda vegerandina rewşa peywendiyên xwezayî yên navbera herdu aliyan de ne. Hêvîdarim ku êdî ber bi rewşekî vekirîtir û geştir ve biçin. Bêguman ev jî girêdayî daxwaz û îradeya hemû aliyane, ya giring jî ew e ku em ji hemû pêge û dîtinên her aliyekê hev bipejirênin. 

Em keyfxweşin ku ber bi qonaxekî bilindtir ve diçin û Kurd jî digihin astekî baştir. 

Lewra ez dûbare dikim ku di çarçoveya rihê bi hev re jiyankirinê yê aştiyane, parastina yasa û liberçavgirtina berjewendiyên bilind ên gel, ji bo guftûgo û arîkariya hemû aliyekê amadene. Di encamê de Kurdistan welatê me hemûyane. Pirsa Kurd jî peywendî bi hemû aliyan ve heye. Bi yek hizbî yan jî yek ferdî nameşe, pêwîstî bi piştgirî û hevkariya gelê Kurdistanê, hemû hêz û aliyên nîştîmanî heye. Îro ji hemû rojan zêdetir roja wan hevkariyan e. (Rûdaw)

 

Back to top button