
Piştî wê yekê ku yekemîn tûşbûyê Êzdî bi şewba Korona Kovid-19 li Belçîka hate tomar kirin, îro bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest da.
Li çend rojên derbasbûyî kesukarên jinêka tûşbûyê şewba Korona ragihandibûn ku yekemîn tûşbûyê Êzdî yê şewba Korona li Belçîka hatibû tomar kirin ku jineka temen 70 sal bû.
Li roja 02.04.2020 Xidir Hesen kesukarên jina tûşbûyî ya li Belçîka ragihand û got: Şîrîn Husên ku yekemîn tûşbûyê Êzdî yê şewba Korona ye û dibe jinmama min, îro li Belçîka bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest da.
Her wiha got: Piştî ku çend rojek li bin çavdêriya pizîşkan de ma, dawiyê de canê xwe ji dest da. Eve jî yekem tûşbûyê Êzdî ye ku li wî welatî û li cîhanê de jî hatibe tomar kirin.