Cîhan

Ewê ji malê derkeve wê heft salan bê zîndanî kirin

Serokê Rûsya ya Federal ji bo rêgirî kirina belavbûna şewba Korona Kovid-19 ya ya li wî welatî biryarên nû derxist û yek ji wan biryaran jî ewe ku ewên binpêkirina qedexeya hatin û çûnê bikin wê heta heft salan bêne zîndanîkirin.

Li gor van biryaran ku ji Parlemena Rûsya ve derketin û Vladimir Putin Serokê Rûsya jî îmza li ser kir, her kesek pêgirê rênimayiyên tendirustiyên xweparêziya ji şewba Kovid-19 nebê, bi milyonek Rubil ku dike 12.7 hezar dolar wê bêne sizakirin an jî heta sê salan dikeve girtîxaneyê.

Li beşekî dinê biryarên Rusya de hatiye dayîn eger ew binpêkirina rênimayiyan bibê sedema tûşkirina kesekî din û ew kes jî canê xwe ji dest bide, wê demê sizaya wan dibê dû milyon Rubil ku dike 25.3 hezar dolar û heta pênç sal jî li girtîxaneyê de dibe. Eger dû kes ji ber kesên binpêkirî ve bimrin, wê demê bendkirina wan heft salan tê dirêj kirin.

Back to top button