Cîhan
Yekem keça sergirtî bû polis
Donna Eljammal keçek 26 saliye û kesa yekem e ku li welatê Swêdê dibistana polisa ya bilind xilas kiriye û bi kemika li serê xwe bûye polis.
Li gora nûçeya rojnama Swêdî expressen, ji berî pênç sala li Swedê Akademiya Polisan destur da ku keçik dikarin bi sergirtî bikevin akademiyê û bibin polis.Piştî vê desturê ke’ek li devera Stockholmê bi navê Donna Eljammal biryar da ku akademiya polis bixwîne û bibe polis.
Di vê derbarê de Donna dibêje: Min dît ku polisi karek li gora mine. Her di gelek karan de xelkek cuda heye.Gelek xelk ji çandin cuda hatine.Gavên bi vî awayî tênegihandinên çandên cuda ji holê radike yan jî heta redeyekî kêm dike.
Niha Dona li herêma Stockholmê wek polis kar dike.Donna ji karê xwe gelek memnun e.
Rojevakurd