Polîtîk

Kurdo bi tundî Carl Bildt rexne kir

Li Swêd rojnemevanê kurd, Kurdo Baksî di debatekî de siyaseta wezereta derve ya Swêd di derbarî Suriyê de rexne dike û bangî wezîrê dervê yê Swêd Carl Bildt dike û dibêje: Bese li dûv pera bikeve, li himber mafê mirovan berpirsiyariya xwe bîne cih.

Di debatekî  “ debatt.svt.se“ rojnemevanê kurd, Kurdu Baksî behsa rewşa Surî dike û balê dikşîne li ser siyaseta Swêd ya di derbarê Surî de.

Kurdo dibêje:Hêjmara xelkê Suriye 22 milyone. Ji salên 60-î ve partiya Bees xwedî desthilate. Bi hemi awayî zordestî û zilim li ser xelkê tê kirin û hemi taybetmendiyên diktatoriyekî klasikî li Surî heye. Beşar Esad wekî diktatorê Koreya bakur Kim Il Sung e.

Kurdu da xuyakirin ku, Li Suriye 13 dezgehên îstixbaratê hene rojane jiyana hevwelatiyan kontrol dikin û li Suriye tenê medya desthilatê heye. Rexne kirina rejimê dibe sedemê zindankirinek dirêj.

Baksî dibêje ku, îsal di nava meha Adarê de xwepêşandanên girsehî li dijê zordestiya heyî li bajarê Derea destpêkir û li Suriye hemiyê belav bû.
Kurdu behsa rewşa Surî piştî xwepêşandana dike û dide xuyakirin ku,heta niha zêdeyî 4000 kes hatine kuştin . Kurdu behsa rewşa kurdan jî dike û dibêje:3 milyon kurd li Surî hene ku tu mafên wan tuneye.Kurd jî di xwepêşandanan de cihê xwe digrin.

Wek din Kurdu bahsa pêwendiyên Swed û Suriye dike û dide xuyakirin ku, Swêd welatê yekem e ku sizayên Yekitiya Ewropa li ser Suriye dide sekinandin. Piştî  ku meha sibata 2010-ê Bildt serdana Suriye kir û Esad pêşwaziya wî kir, ez têgiham ku Bildt hevaltiya opozisyonê nake. Bildt yek gotin di derbarê mafên mirovan de negot û tenê behsa bazirganiyê kir.

Piştî serdana Bildt a Şamê, qonaxek nû di ware bazirganî de navbera Swed û Suriyê de destpê kir. Îsal Swed  zêdeyê milyarek kron mal firotine Suriye.Nîvê tiştên ku Swêd difroşê Suriye li ser telekomê ne û niha jî ofisa Ericsson li Şamê heye.

Îro opozisyona Surî pêwistî pişgiriya me heye. Siyaseta Carl Bildt ji hemû formên mirovatiyê dûre. Lê hejî ne derenge ku ew ji dev vê siyaseta çewt berdê û nîşand bide ku ew li tenişta opozisyona Suriye ye.

 

Ji bo Temamê nivisa Kurdu Baksî bi zimanê Swedî:

http://debatt.svt.se/2011/12/05/sluta-jaga-pengar-och-sta-upp-for-de-manskliga-rattigheterna-carl-bildt/

Nûçeya peyvendîdar:

https://rojevakurd.com/cihan/9014-Siyaseta-Swd-derve-tund-rexnekirin.html

Back to top button