Goran, YÎK û KÎK civîna PDK-ê boykot kirin
Gotyarê yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê (YÎK) Selahedîn Babekir, diyar kir, aliyên opozisyonê yên herêmê civînên digel PDK û aliyên siyasî yên din, boykot kirine.
Selahedîn Babekir li ser navê YÎK-ê, ji AKnewsê re got, her sê aliyên opozisyonê yên Kurdistanê (Goran, YÎK, KÎK- komela îslamî ya Kurdistanê), biryar dane civîna PDKê digel aliyên siyasî ya îro li Hewlêrê pêk werê, boykot bikin.
Babekir, derbarê sedema vê biryarê de jî got, sedema vê biryarê aşkere ye û girêdayî êrişa li dijî baregehên YÎKê li devera Badînan e.
Wek tê zanîn, 2ê kanûna 2011ê, li bajarokê Zaxo, hinek kes êrişî hinek hotel, cihên meyfiroşî û masajê kiribûn û şewitandibûn. Li parêzgeha Duhokê jî, baregehên YÎKê ji aliyê hinek kes ve hatibûn şewitandin.
Ji ber vê yekê, duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, çûbû devera Badînan û rewş ji nêzîk ve şopandibû û digel aliyên siyasî civiyabû.