Civak

Yekalîkirina dosyeya zîndaniyên siyasîyên Kurdistanê

Îro heyeteke bala ya saziya zîndaniyên siyasîyên Îraqê bi serokatiya hakim Ehmed Saîdî, li ser vexwandina wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan a hikûmeta herêma kurdistanê, bi serdaneke fermî gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Mecîd Cemîl wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan ve hat pêşwazî kirin.

Piştî civîneke hevbeş û minaqeşekirina rewşa zîndaniyên siyasiyên herêma Kurdistanê û pêdvîtiyan wan, şandeya mêvan û wezareta karûberên şehîd û enfalkiriyan preskionferensek saz kir û tê de encamên civîna xwe ji raya giştî re eşkere kirin.

Di pres konferensê de serokê şandeya saziya zîndaniyên siyasiyên Îraqê Ehmed Saîdî got:

– Armanc ji vê serdana me bp herêma Kurdistanê û civînên bi wezareta şehîd û enfalkiriyan re, serastkirina dosyeya çend zîndaniyên siyasiyên herêma Kurdistanê ye.

– Di vê serdana xwe de em dê hewil bin ku dosyeya 1500 zîndaniyên siyasiyên herêma Kurdistanê yekalî bikin û paşî jî pesind bikin. Beriya nuha jî me dosyeya 403 zîndaniyên siyasî pesind kir bû.

Back to top button