Civak

Duhok ya aram e

Li gor daxuyaniyên ofîsa Duhokê ya komisyona serbixwe a hilbijartinan li Îraqê, hemû lîste û qewareyên siyasî li wîlayeta Duhokê kampaniyaya hilbijartinan dikin û het nuha tu arîşe û piroblem çênebûne.

Beyar Doskî bepirsê ofîsa Duhokê a komsiyona serbixwe a hilbijartinan li Îraqê di daxuyaniyekê de got ku her ji roja destpêkirina kampaniyaya hilbijartinan bo parlamentoya Îraqê heta roja îro Duhok ya arzam e û tu arîşe û pirsgirêk di navbera aliyên siyasiyên beşdar di hilbijartinan de çênebûne.

Doskî dibêje: Çend gilîname ji aliyê lîst û qewareyên siyasî ve li ofîsa me hatine tomar kirin. Ew gilîname bi tenî li ser dirandina çed posterekan û hilawîstina pilakatan li cîyên ne dirustin e.
Em dikarin bêjin ku serketîtirîn kampaniyaya hilbijartinan li sînorê wîlayeta Duhokê tê kirin û hemû alî di çalakiyên xwe de azad in.

Back to top button