Civak

Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê

Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge vekin.

Yawer got:” Malpera dê destpêkê bi zimanên kurdî û erebî be paşe dê bi zimanê tirkî,farsî û îngîlîzî jî be daku hevkariya dezgehên ragihandinê bike. Her weha  emê mahane carek an jî du caran derbarê karên wezaretê de civîneke rojnamgeriyê saz bikin.”

Yawer wiha dom kir:” Wezareta pêşmerge û dezgehên wê bi çi awayî beşdarî propagandayên hilbijartinê nabin, hêza pêşmerge dê tenê ewlekariya hilbijartinê biparêze wek li komîsyona bilind ya hikûmeta Iraqê hatiye destnîşankirin ku jib o parastina ewlekariya hilbijartinan hatiye pêkanîn.”

Derbarê awayê parastina ewlekariya prosesa hilbijartinê di navçeyên dabirî de Yawer got:” Di roja hilbijartinê de hêza pêşmerge dê hêzeke taybet bişîne navçeyên dabirî û hêza taybet dê 3ê adarê dest bi kar bikin û 9ê adarê jî yanê du roj piştî hilbijartinê dê dawî li karên xwe bîne û vegere Kurdistanê. Me jib o roja hilbijartinê digel hêzên Amerîka û Iraqê planeke ewlekariyê ya hevbeş dariştiye û heta nuha me div ê mijarê de çendîn civîn saz kirine.”

Di heqê gavên yekxistina hêzên pêşmergeya Kurdistanê de jî Yawer got:” Piştî ku li roja 27ê berfenbarê biryara yekxistina hêza pêşmergeya Kurdistanê hate dayîn, nuha piraniya birêveberî yek girtine û hemû pêşmergeyên Kurdistanê mûçeya xwe ji wezareta pêşmerge werdigirin.Vê mehê çar lîvayên yekgirî dê mûçeya xwe ji me werbigirin ku nuha herçar lîva hatine yekxistin û heftayê dahatû jî dê çar lîvayên din bê yekxistin. Wek wezareta emê bibin xwedî 16 lîvayan ku her lîva ji 12 hezar pêşmergeyan pêk tê.

(PUK Media)
Back to top button