Polîtîk

Barzanî: Heqaretkirina li pêşmergeyan ji hemû xiyanetan mezintir e

Îro Mesûd Barzanî serokêî herêma Kurdistan di merasima vekirina kongereya 13emîn a Qutabiyên Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir û têde çend pirsên girin nirxandin.

Seroka Barzanî di gotara xwe de behsa pêşmerge kir û got:

Heqret kirin bi pêşmere xeteke sor e bi tu awayê nayê qebûl kirin pêşmerge bê heqqaret kirin. Mixabin ku li herêma Kurdistanê û di nav parlamentoyê de ji pêşmerhe re dibêjin mîliî, lê destûra dayîm a Îraqê hêza pêşmerge bi hêzek meşru` hatiye tesbît kirin.

Sero Barzanî got ku pêşmerge mihtacî kesî nîne ku meşuîyetê pê bide; ” Meşruîyeta pêşmerge di zend û baskên pêşmrge deye. Ji wê azadiyê hatiye ya ku bi xwîna gelê kurd bidest ve hatî, meşruîyeta pêşmere ji helwestê wê şêrejinê hatiye ku çar kurên wê şehîd bibûn û digot” min du kurên din hene ez dê wan jî pêşkeşî Kurdistanê bikim.”
serok Barzanî got ku heqaret kirin bi pêşmergeyî ji hemû xiyaneta xeraptir e û yên ku heqaretê bi pêşmerge dikin cîyê wan li Kurdistanê nabe.

Serok Barzanî daxaz ji hemû xelkê Kurdistanê kir ku bi şewqeke mezin beşdariyê di hilbijartinên roja heftê adarê de bikin “da ji bo hemû aliyan senga kurdan diyar bikin.”

Serok Barzanî daxaz ji hemû alî û qewareyên siyasî kir ku di serxistina pirosesa hilbijartinan de hevkar bin û rola hêzên parastina herêma Kurdistanê jî bilind nirxan.
 Barzanî got: ”Pêwîste hemû aliyên siyasiyên kurdî li ser pirsên netewî yek helwest bin û nabe êdî xwêna kurda bi destê kurda bê rêtin.

Weke tê zanîn beriya çend rojekan parlamenterekê ser bi lîsteya Guranê ji pêşmergeyê Kurdistanê re got bû mîlîs. Li ser vê yekî duhî komeleya pêşmergeyên dêrînên Kurdistanê xwenîşandenek li pêşiya parlamentoya Kurdistanê kir û daxaz ji serokatiya parlamentoyê kir ku ew kesê heqaret li pêşmergeyî kirî bê mehkeme kirin.

Her wesa îro jî li Helebceyê pêşmergên Kurdistanê xwenîşandan kirin û daxaz kirin û parlamenterê ser bi lîsteya Guranê bê mehkem kirin.

Her li ser vê meseleyê duhî berdefkê wezareta pêşmereg di preskonferensekê de got ku wezareta pêşmerge dê bi rêya qanûn wî parlamenterê Guran bide mehkemê.

Back to top button