Polîtîk

Yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikîye.

Wezareta Pêşmerge bi tundî bersiva serokwezîrê berê yê Iraqê Nuri Malikî da. Nuri Malikî tê naskirin ku li dijê Hukuneta Kurdistanê û herêma Kurdistanê kar û xebatê dike û herweha destê xwe bi rêya hinek partiyên wek Goran têxe nava karên Kurdistanê de. Malikî di axavtinek xwe de gotibû: Divê Pêşmerge vegere sinorê xwe yê 2003 ê.Wezereta Pêşmerga di bersiva xwe de dibêje: “Yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikîye. Ji bo Malikî wiha baştir e ku dest ji wan siyasetan berde.”Wezereta Pêşmerge daxûyaniya xwe de dibêje: “Em tînin bîra Malikî, ewa ku wî nav lê kiriye sînorê pêş 2003ê, sînor nebû, belku xeta temas a Pêşmerge li gel Artêşa rejîma Beis bû.” Di berdewamiya daxuyaniyê de wezaret dibêje: “Piştî êrişên DAIŞê û dagîrkirina beşek ji axa Kurdistanê, Pêşmerge bi xwîna xwe ew dever azad kirine û sînorê Kurdistanê xêz kiriye. Li gorî rêkevtina hevbeş a me û Iraqê û Amerîkayê, tevahiya wan deverên ku berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatine azadkirin, cihê gengenşeyê nînin, ewên ku di çarçoveya operasyonê de jî hatine rizgarkirin, rûniştvanên wan deverên bi referandumê çarenivîsa xwe diyar dikin. Ji ber wê jî em dubare dikin, yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikî. Ji bo Malikî jî wiha baş e, dest ji wan siyasetan berde.”

Back to top button