Polîtîk

Asayişa PYDê endamek yê PDK-S girt

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li bajarê Hesekê hate binçavkirin.Endamê rêxistina Girkê Legê ya PDK-Sê Rêber Silêman Tehlo li rêbendeke Asayişa Rojava li bajarê Hesekê hate binçavkirin. Malbata Rêber jî ji K24ê re diyar kirin, ku Rêber ji pêr ve dema diçû zanîngehê hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.Rêber Silêman Tehlo 25 salî ye û xwendekarê beşê Yasayê ya zanîngeha Feratê li bajarê Hesekê ye.Demeke li Rojavayê Kurdistanê hewleke girtinê ji aliyê hêzên asayêş û hêzên rêjîma Sûriyê ve bi hinceta leşkeriya neçarî dest pê kiriye, tevî ku ciwanên xwendekar ji vê biryarê têne efukirin jî, lê girtina wan bê çavdêrî berdewam e. 

Back to top button