Civak

Barzani durbîna xwe da Hollande

Duyemîn car serdana serokê Fransayê ya ji bo Iraq û Kurdistanê, ku duyemîn welatê mezin ê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, di rojeva medya Fransayê de ciheke berfireh girt.Rojnameya Le Monde ya fransizî, derbarê serdana François Oland de wiha nivîsî, “Hollande di serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê de piştgiriya Fransayê ya ji bo Iraq û Kurdistanê dubare kir.”Di rapora Le Monde de behsa wê yekê hatiye kirin, ku serdana vê care ya Hollande ji serdana 2014ê cudatir bûye, ji ber ku ew vê care çûye nêzîkî paytexta xelîfetiya DAIŞê Mûsilê.Manşeta rojnameya Frans 24 jî Hollande li Iraqê: 2017 sala serkeftina li hember terorê ye” bû. Frans 24 derbarê serdana Hollende ya ji bo Iraqê hatiye nivîsandin, “Hollande di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de gihişte Bexdayê. Ji ber, ku beriya wî 2 rojan li Bexdayê teqîneke mezin çêbibû û 30 kes hatibûne kuştin.”Manşeta sereke ya rojnameya Le Parisien jî taybet li ser vê serdanê bû û cih dida gugtûgoya di navbera Serokê Fransayê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Çiyayê Zertikê.Di rapora rojnameyê de hatiye gotin; “Li Çiyayê Zertikê di bin çadira leşkerî de Hollande pirs kir, ka niha ew çend kilometer ji bajarê Mûsilê dûr in? jê re gotin 15 kîlometre.”Rojname dibêje; “Barzanî dûrbîna xwe da François Oland lê bajarê Mûsilê baş diyar nedibû. Hollande jî got, piştî roj diçe ava emê baştir bibînin. Ji ber ku dê sîh bikeve. Barzanî jî jê re got, ji bilî sihê, ev toz û dûmana şer e li Mûsilê bilind dibe.”Wezîrê Berevaniya Fransayê Jean-Yves Le Drian jî di nava şanda Hollande de bû û ew jî ligel Barzanî û Hollande di nav çeperên pêşmerge de amade bû.Rojnameya fransizî dibêje; “Jean-Yves Le Drian bi dûrbînê li wan gundan nêrî, ku beriya niha di destê DAIŞê de bûn lê ji aliyê pêşmerge ve hatine rizgarkirin. Le Drian li wir got, em li ser nexşeyê navê van gundan dizanin lê dema em bi çav wan dibînin hestekê ecêb li gel me peyda dibe.”  

Back to top button