YE helwesta xwe li himber Tirkiye eşkere kir

Yekitiya Ewropayê li himber helwesta Tirkiye ya ku li rojhilatê Behra Sipî dest lêgerendina petrol dike û bi vê mebestê du gemiyên xwe ji bo sondajê rêkirî ava Behra spî hinek cezayan dide. Konseya karûbarên derve ya Yekitiya Ewropa sizayên ku li ser Tirkiye bisepîne eşkere kir.
Konseya Derve ya YE di daxûyaniya xwe de dibêje, me gelek cara bala Tirkiye di derbarê lêgerina petrol li rojhilatê Behra Sipî de kişand. Lê Tirkiye guh neda me. Tirkiye li dijê huquka navdewletî li Behra Sipî tevdigere. Nabe Tirkiye li derdora Kibrisê lêkolina bike.
Li gora biryara hatî standin:
Tirkiye alikariya ku ji berî prosesesa endametiyê ku ji YE distine ya sala 2020 kêm dike, arikariya ji Fondên pişgiriyê têne kirin 146 milyon Ewro kêm dike.
Dê pêwendiyên ticarî û yên endametiyê di asta bilind de bêne cemidandin.
Gotubêjin ji bo li hevkirina azamanî têne kirin dê bêne cemidandin.
Ji banka Ewropî ya ku krediyê dide Tirkiye cardin helwesta xwe li himber Tirkiye berçavre derbas dike.