Serokwezîrê Iraqê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Serokwezîrê Iraq Adil Ebdulmehdî di peywendîyeke telefonî de pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Ofîsa Ragihandina Serokwezareta Herêma Kurdistanê diyar kir ku îro Duşemê (15.07.2019) Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî peywendiyeka telefonî ligeê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêkanî û pîrozbahî lê kir.

Li gor daxuyaniyê  Adil Ebdulmehdî, hêvîya serkevtinê bo Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê xwest.

Ebdulmehdî gotiye: “Hêvêdarîn di zûtirîn dem de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hene pênagêv bêne avêtin û bi hevre hevkar bin daku şiyanên xwe bixin arasteyekî ku di berjewendiya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî de be û xizmeteke baş a welatiyan bê kirin.

Di civîna roja Duşemê ya Encûmena Wezîran de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşandana nêtpakî serdana Bexdayê dike bo gotûbêjkirina li ser dîtina mekanîzmayeke maqûl bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de.”

Ev jî dibe yekem serdana şanda Kabîneya Nehem a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê.

Nerîna min :