Cîhan

YE : Divê destûra bingehîn bête guhertin

Bruksel – Komisyona Yekitiya Ewropa ya Parlementoya Ewropayê rapora pêşketina di derbarê Tirkiye de belav kir. Di vê raporê de du xalên bingehîn hatine xûyakirin.

1-      Divê Tirkiye Destûra xwe ya bingehîn biguhere.

2-      Divê PKK ji dest çekan berde.

Rapora  pêşketina Tirkiye ji teref parlemantera Holandî ya YE Ria Oomen-Ruijten ve hatiye amadekirin. Di raporê de hatiye kifşkirin ku; Ji bo ku Tirkiye bigihêje normên YE yê divê pirsgirêka kurd çareser bike û demokraiys xwe pêşve bibe, Hikûmeta AK Partiyê pêngavên berbiçav bavêje û Parlamento destûrek demokratîk çêbike.

Herweha Ria Oomen-Ruijten, daxûyaniya çapemeniyê de da kifşkirin ku; Em bi girtina Dtp-ê ji teref Dadgeha Destûrî ve tirsiyan ku dê prosesesa vekirina demokratîk bête xetmandin.Herweha biryara dadgeha Destûrî ya ku darizandina leşkeran di dadgehên sivilde da sakinandin jî gelek balama kişand. Pêwiste Tirkiye Dastûra xwe ya bingehîn biguhere û destûrek sivîl û demokratîk çêbike.

Back to top button