Duhî Stockholm ya bêdeng bû
Duhî Stockholm bêdeng bû
Duhî roja pêncşemî ji heftiya dawî a meha çileya paşîn bû, diviya bû duhî ji aliyê nûneratiya bakurê Ewropa a hikûmeta herêma Kurdistanê ve galaya kurdî li Stockholmê bihataye çêkirin. Galaya kurdî ew çar sal bû li ser hev ku, ev çalekî li Swêdê di nav revenda kurd û dostên kurdan de weka tiradîsyonekê lê hat bû, di wê rojê de dihat saz kirin û bi sedan kurd û dostên kurda tê de beşdar dibûn.
Lê mixabin duhî êvarî Stockolm jibo kurda û dostê kurda bêdeng û mit bû. Ne dengê kenê kurda û ne jî swêdiyê dost li ber pêkenokên xweş yên komedîyenên kurd, Öz, Îsmayîl û Nîştî Stêrk ji Södra Teater têkelî hev nebû û demên nejibîr kirî di mejiyan de nehişt. Herwisa her sal di heman demî de, Wezîr, serokên partiyên siyasî, nivîskar, rewşnebîr û hunermendên kurd û Swêdî ji li Södra Teater (lokala kurdgala lê dihate kirin) ku bi coşek mezin didan diyar kirin gava di vê rojê de dihatin cem hev. Govend û muzîka kurdî sihbetên ku û çêkerê li ser pêşketinên li Kurdistan û rola Kurdistan a di cîhanê de. Lê hezar mixabin ew jî nebû. Ne Kurda hesreta xwe a bi dostên xweyî Swêdî, Dîplomatê biyanî re derbas kir ne jî dostên Kurda mecala pêşkeş kirina fikir û ramanê xweyî îsal yên li ser dostên xweyî kurd eşkere bikin
Galeya kurdî di wan çar salan de gelek armancên hêja û binirx bidest xistin. Galaya kurdî rewşa kurdan di mediyaya swêdî de bi awayekê ber bi çav guhert. Di wan salên dawiyê de di mediya swêdî de gelek caran bi nêgetîvî behsa kurdan dihat kirin, bitaybetî li ser kuştina jin û kecên kurd de ku, di bin perda parastina şerefê de hatibûn kirin. Lê cihê gotinêye ku, bi kirina Gala kurdî qeneata mediya swêdî hat gûhertin û di şûna ku ragehandina swêdî li ser kujtina jin û kêçên kurd ku, li ser namusê dihatin kujin, mediya swêdî behsa hêlên kurda yên rewşenbîrî, kulturî dikir, êdî mediya swêdî behsa Kurdê/a salê û dostê/a kurd salê dikir.
Di wan galayên kurdî de hikumeta herêma Kurdistanê beramber dostên kurda yên ku di rojên tarî, dijwar û tengaviyan de alîkariya gelê kurd kirî bi xelat kirin erka xweyî wefa û xwedî li ked û dostaniyê derket. Ew xwedîderketin û berznirxandina xebatên nifşê taze, rolê wan kurdên aktîv û xwedî meqam di civaka swêdî de jî bi xelata hat taç kirin. Çalakiyên bi vî metodê serdem û bi mentalîteya civaka Europayî baştrîn dergeh bû bo dirustkirina lobiyekê baş ji bo hikumeta kerêma Kurdistanê.
Xelatkirina xwedekarên kurd yên zankoyê û lîse, yek ji armancên galayên Kurdî bû, ew xwendekarê/a baştirîn vekolîn liser doza Kurd amadekirîn, ev xelatkirin û nirxandina berhemên xwendekaran bibû palderk ku xwendekar pêtir dest bidin vekolînan û mijûlî dîroka Kurdistanê û tevgera wê bibin. Herweha ev yek bibû alavek ku xurtên kurd ji dîrok û tevgera Kurdistanê dûr nekevin û her tim girêdayî welatê xwe bibin.
Galayên kurdî, çar sal li ser hev li Stockholmê, du sala li Norvêjê û carekê jî li Danmarkê hatin kirin. Galayên kurdî di rêya çalakiyên xwe re rûyekê nû, rûyekê geş, pêşketî û moderin yê gelê kurd nîşa dostên Kurdan da ku, ew jî yek ji armancên sereke yên wê çalakiyê bû.
Sefaretên dewletên weke Tirkiyeyê û yên weke wê bi milyonan dolaran serif dikin heta bikarin çalakiyeke wesa bikin û dostên xwe zêde bikin.
Lê mixabin xebat û çalakiyên me kurda weke kaniyên biharê ne, zû hişk dibin. Galaya kurdî jî bi wî derdî ket. Û berdewamnekirina galaya kurdî, bi dîtina min şaşiyeke mezin bû.
Dostekî min ji bakurê Kurdistanê, dema zanî ku îsal galaya Kurdî nabe, ji min re got: ’’Eger îmkanên min yên madî habana mimê bi serê xwe galaya kurdî berdewam bikira.’’ Ez wa bawer dikim ku piştî wan gotinên dostê min tiştekî din ê ez lê zêde bikim namîne.