Polîtîk

Barzanî û Gates pirsên Hewlêr û Bexdayê minaqeşe kirin

    
Washington – Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê û civînên xwe yên bi mezine berpirsên DYAyê re, Duhî, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê serdana Pentagonê kir û ji aliyê Robert Gates wezîrê parastinê yê Amerîkayê ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de rewşa Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî hate nirxandin û her dû alî tekez li ser hevkariya hîn zêdetir ya di navbera Kurdistan û Amerîkayê de kirin.

Di berdewamiya civînê de her dû alî çeweniya serxistina pilana şer a li dijî terorê şopandin û tekez li ser baştirkirina rewşa Îraqê di warê amnî de kirin.

Berdefkê wezareta parastinê a Amerîkayê li dor civîna Barzanî û Gates di daxuyaniyekê de dibêje: ”Di nava van heft mehan de ev civîna sêyeme bi vî awayî tê kirn. Civîna vê carê jî tekîd li ser wê yekê hat kirin ku Amerîka piştevaniya emin û asayîşa hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşketina wê di çarçoveyê Îraqeke bi îstîqrar û yekgirtî de dike.”

Berdefkê wezareta parastinê di berdewamiya daxuyaniya xwezaretê de dibêje: ”Ev civîn jî hewilek bû bo tekîdkirina pabendûna Waşîngtonê bi begenameya şeraketa domdirêj a digel Îeaqê û beşdarîkirina Waşîngtonê di çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Back to top button