Civak
Yawer:Em bi tu awayî beşdariyê li gel leşkerên Tirkiye nakin
Li gora rojnameya Sabah a Tirkî jî, dema ku wezîrê kar û barên bazirganîya derve yê Tirkiye Zafer Çaglayan di vê dawîyê de serdana herêma Kurdistanê kirîbû, weha jî dabû xûyakirin, ku hêzên herêma Kurdistanê amade ne ku di vî şerî de alîkarîya Tirkiye bikin.
Belê Cebar Yawer da zanîn, ku ti rêkevtinên weha di navbera wan û Tirkiye de nebûne û weha jî da xuyakirin, ku ev rêkevtinên weha divê di navbera dewleta Iraqê û Tirkiye de pêkbên û ev rêkevtinên weha, ne ji mafê herêma Kurdistanê ye ku wan muhr bike.
Cebar Yawer ji rojnameya ElşerqElewset re jî da xuyakirin, ku ew dê bi ti awayî nekevin nava şerê navbera PKK-ê û hikûmeta Tirkiye de.