Polîtîk

Biden li Iraqê dest guftûgoyan kir

 
Cihgirê serokê Amerîka Joseph Biden li gel serokê lîsta Eliraqîye Eyad Ellawî kombûnek saz kir û bi wî re li ser çend mijarên girîng guftûgo kir.
 
Cihgirê serokê Amerîka Biden roja şembîyê gihijte Iraqê, da ku bi alîyên siyasîyên Iraqî re danûstandinan pêkbîne, ji bo hukûmeta nû ya Iraqê di demekî zû de bête avakirin.
 
Her di vê çarçovê de Biden li gel serokê lîsta Eliraqîyye Eyad Ellawî kombûnek saz kir û hat ragihandin ku kombûna navbera herdu alîyan nêzîkê du demjimêran berdewam jî bû.
 
Biden û serokê lîsta Eliraqîyye Eyad Ellawî li mala Rafi Îsawî yê ku cihgirê serokê wezîrên Iraqê ye û yek ji serkirdeyên lîsta Eliraqîyê ye jî, bi hev re kombûnek pêk anîn û li ser rewşa niha yê Iraqê û pirsa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê  hate sekinandin.

Hat ragihandin, ku kombûna navbera Biden û serkirdeyên lîsta Eliraqîyye kombûneka giştî bûye, belê piştî hingê kombûneka taybet jî di navbera Eyad Ellawî û Biden de hat sazkirin.
 
Her di vê derbarê de, Muhemed  Ellawî yê ku yek ji serkirdeyên lîsta Eliraqîyye ye weha got, ku kombûna navbera Ellawî û Biden  gelek baş û erênî bû.

Back to top button