Polîtîk

Joseph Biden ji Bexdayê telefona Barzanî kir

 Joseph Biden cîgirê serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) ku, nuha bi serdanekê li Bexdayê ye, di peyweniyeke telefonî de digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ku nuha ew jî bi serdanekê li Qahîreya paytexta Misrê ye, pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê minaqeşe kir. 

Biden encamêm dîdar û civînên xwe yên bi Talebanî, Malikî, Elawî û berpirsên din yên Îraqê re ji serok Barzanî re beihis kir û di heman demê de hêvî kir ku serok Barzanî ser gera xwe ya welatên erebî de serketî be.

Ji aliyê xwe ve, di peywendiya telefonî de serok Barzanî hêvî xwast ku Joseph Biden di hewil û xebatên xwe yên digel berpirsên Îraqê bo pêkanaîna hikûmeta nû de serkeftî be.

Her di aliyan biryar da ku peywendiyan wan berdewam bin het ku Îraqê ji vê kirîza tê de xilas bikin.

Back to top button