Polîtîk

Serok Barzanî û serokwezîrê Misrê li Qahîreyê civiyan

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Misrê de, duhî Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê digel Ehmed Nezif serokwezîrê Misrê civiya.

Piştî civîneke berfireh ku şandeyên Kurdistanê û Misrê tê de beşdarbûn, serok Barzanî û serokwezîrê Misrê bi hev re pireskonferensek saz kir û tê de jibilê ku bersiva pirsên rojnamevanan dan, herwesa naveroka civîna xwe jî ji çapemeniyê re eşkere kir.

Serokwezîrê Misrê di preskonfernsê de bi navê hikûmet û gelê misrî bixêrhatina serok Brzanî kir û got: Me di civînê de behsa rewşa siyasiya Îraqê û hewilên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir. Em ji nêzîk haydarî rola birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ne. Ji bo Misrê herêma Kurdistanê gelek giringe û em dixazin baştirîn peywendî, di hemû waran de,  me digel herêma Kurdistanê hebin. Di demek nêzîk de şandeyeke Misrê dê serdana herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa pêşveçûnên herêma Kurdistanê yên di hemû waran de kir û tekîd li ser hindê kir ku ji bo karkirinê û sermayerazandinê herêma Kurdistanê herêmeke aram e û got: Em pêşwazitê li hemû hewil û pêngavan dikineger di xizmete berjewendiya xelkê Kurdistanê de bin.

Back to top button