
Pêşnûmeya qanûna ku li Îranê çarşef û sergirtinê li jinan ferz dike bi dengên 152 parlamenteran ji alîyê meclîsê ve hat qebûlkirin.
Li Îranê piştî qetilkirina Mahsa Jîna Emînî ya 22 salî, li seranserê welêt protesto hatin lidarxistin. Meclîsê qanûna ku cezayê pereyan, astengkirina xizmetên bankê û xizmetên din asteng dike, qebûl kir. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA, pêşnûmeya qanûnê ya bi navê “Piştgirîya Çanda Eşf û Sergirtinê” ku ji alîyê hikûmetê ve li ser pêşniyaza darazê hat amadekirin û bi îmzeya Serokkomar Îbrahîm Reîsî ji meclîsê re hat şandin, ket dengdanê. Pêşnûme bi 152 dengan li hemberî 34 dengên ‘na’ ji 201 wekîlên li meclîsê hat qebûlkirin. 7 parlementeran deng nedan. Biryar hat dayîn ku qanûn di 3 salan de bikeve pratîka darizandinê.
Ji bo ku qanûn bikeve meriyetê divê ji alîyê Lijneya Parêzvanên Destûra Bingehîn ve bê erêkirin û di derbarê qanûnê de nirxandina dawî dike. Piştî protestoyên ku par li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kir û bi mehan dewam kir, li gor pêşnûmeya qanûnê ya ku li dijî binpêkirina hiqûqên çewisandinê yên neçarî hatine amadekirin, jinên ku hikmê çarşefê binpê dikin wê di qonaxa yekem de bi peyamên nivîskî û rêbazên mîna wan bên hişyar kirin. Kesên ku guh nedin hişyarîyê û carek din qaîdeya sergirtinê binpê bikin wê bên cezakirin. Ger di nava mehekê de cezayê pere neyê dayîn, wê bi awayekî otomatîk ji hesabê wan ê bankê bê derxistin.
Di egera binpêkirina cara çaremîn de, ji bilî cezayê pereyan, tê pêşbînîkirin ku ew kes ji alîyê darazê ve bê dadgehkirin û eger pêwîstî pê bê dîtin wê bê girtin. Di nûçeyên berê yên çapemenîyê de hatibû gotin ku ji bo binpêkirinek bi vî rengî heta 10 salan cezayê girtîgehê hatiye pêşbînîkirin.