Nivîsar

”Dê were vî kerî di vî borî re derbas bike”

Eve çend Rojin cardin medya PKKê û endamên rêveberiya PKKê bi dengek bilin şerê PDKê dikin, ji şer wêdetir jî PDK û Barzaniya bi xiyanetê itham dikin. Bangî yekitî û hevkariyan li dijê PDKê dikin.

Mustafa Karasu endamê rêveberiya PKKê piştî serdana xwe ya Îranê tevlî bernameyek a taybet a Medya heberê bû. 

Karasû di axavtina xwe de,behsa PDKê kir û di derbarê PDKê de got: ” Me sekna PDK’ê gelekî nirxand. Ev kiryarên wê ku weke partiyeke Kurd dike, li her devera cîhanê weke xiyanetê tê nirxandin. Wateyeke cuda ya vê yekê nîne. Nepêkan e ku mirov bi rengekî nerm nêzî vê yekê bibe û hincetan jê re peyda bikin. Helwest û sekna li dijî vê yekê divê zelal be. Li dijî helwesta PDK’ê sekneke bi têrkerî nîne. Ev yek jî ji bo Kurdan lawazî ye.

Kurd divê li dijî xiyanetê helwestê nîşan bidin ku karibin azad bibin. Bêyî helwesta li dijî vê yekê, bêyî zelalkirina pîvanên gelê Kurd têkoşîn nikare bi ser bê xistin. Nîşannedana helwesteke têrker a li hemberî PDK’ê, ji bo gelê Kurd lawazî ye. Hîn jî hin nêzîkatî hene ku sekna PDK’ê normal nîşan didin. Piraniya gelê Kurd vê xiyanetê dibîne, lê belê hîn jî beşek ji ber sûdwergirtina ji derfetên PDK’ê bêdeng dimîne. Pirsgirêk ne ew e ku çeperên hatine bidestxistin werin parastin, berevajî vê yekê; Kurdan bi têkoşîneke demdirêj a ji salan rastiyeke Kurd afirandine. Li cîhanê, li Rojhilata Navîn rastiyeke Kurd afirandine, lê PDK derbê li vê dixe, hewl dide tune bike. Destketî di nava vê rastiya Kurd de dikare bê parastin. Eger rastiya Kurd a 100 salî, ya 50 salî neyê parastin, neyê pêşvebirin, li hemberî noker û xiyanetê neyê parastin wê demê kes nikare ti carî biparêze.”

Rastî tu nirxandin li ser van gotinên dijminayetî nayê kirin. Lê di vê derbarê de,helwesta partî û aliyên Kurdistanî gelekî girîng e.  Eger tu werî rastiyê bêdengiya partî û rêxistinên kurda di vê derbarê de,tê wateya pişkiriya  van dîtinên Karasu û ev bêdengî Siyaseta PKKê ya dijminatî û têkbirina destkeftiyên Kurdistanî bi hêztir dike. 

Partî û rêxistinên Kurd divê li ser van daxûyaniyên berpirsên PKKê yê şerxwaz û eşkere xwe amade dikin ku, pravakasyona bikin û PDK jî bersiva wan bide û cardin bibe qirqira wan behsa ”şerê birakujî” yê bikin û ji xwere vê yekê bikin malzemeyeka paropagandeye. Eger îro partiyên Kurda di vê mijarê de nebin xwedî helwest û li himber van êrîşên PKKê dîtina xwe ji raya giştîre eşkere nekin, di sibe dereng be û tu bihayê daxûyaniyên wan jî namine.

Ji aliyek din divê YNK ji dev vê siyaseta xwe ya ku,hevkariya PKKê li başûr dike berdê û ji dev wê leyiztika ku PKKê li dijî PDKê bi karbîne berdê. Ev yek ji PDKê bêhtir zererê dide YNKê. Herweha Eger ev helwesta YNKê berdewam be,dê PKK ewilê serê YNKê bi xwe bixwe û zererek mezin bide YNKê. Ji bo rêxistinek paramiliter wek PKKê dost û dijmin tuneye. Di xulekî de,dost dibe dijmin û dijmin dikare bibe dost. Divê YNK bi vê yekê têbigihe. Tê zanin ku gelek kes di nava YNKê de jî bi vê Siyaseta Partiya xwe acizin.

Wek hatî gotin tu nirxandin li ser daxûyaniya Karasu nayê kirin, Karasu xwediyê dirokek tariye û ne kurd e û tu pêwendiya wî Kurdeyatiyêre tuneye. Tenê Mirov dikare bi gotinek kurdewarî vê daxûyaniyê binirxîne. Dibêjin: ”Dê were vî kerî di vî borî re derbas bike”

Nêrîn/Şirove

Back to top button