
Serokê Amerîkayê Joe Biden di 78emîn Civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê ragihand, piştî pênc salan ji şerê navbera Amerîka û Viyetnamê, ku cihê pirsyarê ye ew hemû şer û ceng û rijandina xwînê ji bo çi? Biryar dane ku dest bi aştiyê bigrin û pêngavên mezin ji bo alîkariya aştiyê biavêjin.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir, pêwîstiya dîrokê bi serkirdeyên dîktator tune ye, pêwîstî bi serkirdeyên zîrek û bi moral heye. Joe Biden diyar kir, dibe ku dijminatî û neyartî hebe, lê belê dibe hevbeşî jî di vê navberê de hebe, bi wê wateyê ku dikarin astengî werin çareserkirin û birînên şer û ceng werin cebirandin.
Biden diyar kir ku di vê serdemê de pêwîstiya hemû cîhanê bi hev heye, ji bo vê mebestê jî divê her kes xwe ji şer û aloziyê dûr bixin, da ku zarok rûbirûyî birçîtî û êş û janê nebin.
Serokê Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir ku di sedsala bîst û yekem de divê her kes li cîhanê bigihin mafên xwe û got, sîstema navdewletî jî divê deng û neteweyên nû li xwe bigre.