
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li New Yorkê hatin ba hev û civînek pêkanîn.
Erdogan û Netanyahu li Turkevî civiyan û”mijarên navneteweyî û herêmî”, “têkiliyên siyasî û aborî yên her du welatan û geşedanên dawîn ên di derbarê kêşeya Îsraîl û Filistînê de” hatin nirxandin.
Erdogan di resepsiyonê de diyar kir ku Tirkiye di warên enerjî, teknolojî, nûjenî, îstîxbarata sûnî û ewlehiya sîberê da bi Îsraîlê ra dikare bi hev ra bixebite.
Di hevdîtinê de bi Erdogan re Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Serokê Giştî yê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun û Şêwirmendê Siyaseta Derve û Ewlekariyê yê Serokatiya Giştî ya AK Partiyê Akif Çagatay Kiliç amade bûn.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê da wiha got: “Me di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin kir. “Bila şêwirên me ji bo welat û herêma me sûdmend bin.”