
Wezareta Derve ya Tirkiye di derbarê êrîşa li dijî Balafirgeha Erbet a Silêmaniyê de daxuyanî da û got: “Hat fêhmkirin ku endamên Koma Têkoşîna Dijî Terorê ya YNK’ê bi endamên PKK/YPG’ê re di dema teqînê de perwerdê debûn.”
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Li Iraqê çalakiyên terorê yên PKK a rêxistina terorê bi taybetî li bakurê welêt û bi taybetî jî liv û tevgera wan di korîdora rêxistinê ya ku di navbera Sûriye û Iraqê da hat avakirin da,ji nêz ve têne şopandin.”
Di vê derbarê de, di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku geşedanên di derbarê teqîna roja 18ê Îlona 2023ê li firokexaneya Erbet a Silêmaniyê qewimîn, balkêş in û ev tişt hatin gotin:
“Di dema teqînê de hat fêhmkirin ku endamên ‘Koma Dijî Terorê’ ya girêdayî YNK’ê bi endamên PKK/YPG’ê perwerde dikiran. Ev geşedan ji ber wê yekê giran e ku bi awayekî eşkere hevkariya hinek asayişa ser bi YNKê bi endamên rêxistinê re nîşan daye. Ev bûyera dawî careke din rastbûna tedbîrên me yên li hember Silêmaniyê ku rêxistina terorîst bi rastî xelkê wê dîl girtiye, piştrast kir. “Tirkiye ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê hêvî dike ku PKK û rêxistinên wê wek rêxistineke terorîst nas bikin û bi samîmî û bi awakî berbiçav li dijî terorê bitekoşin.”