
Di dema axaftina Serokkomarê Îranê ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Balyozê Îsraîl yê li Neteweyên Yekbûyî pankarta ku wêneyê keça Kurd Mahsa Jîna Emînî li ser bû, bi nivîsa “Jinên Îranî êdî azadîyê heq dikin” vekir.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, ku li New Yorka Amerîkayê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da axivî, ji teref Îsraîlê ve hat protestokirin. Li gor nûçeya The Guardian, di dema axaftina Reîsî de Balyozê Îsraîl yê Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan pankarta wêneyê Mahsa Jîna Emînî ya 22 salî ku di sala 2022an de bi destên ‘polîsên exlaqî’ hatibû qetilkirin, vekir.
Reîsî di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de îdia kir ku nûçeyên di derbarê protestoyan de ‘berewaş’ û ‘derew’ in.