Yapicioglu: PKK ji dev çekan berde yan bernede divê pirsgirêka kurd çareser bibe.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HÛDA PAR) Zekeriya Yapicioglu der barê yekîtiya kurdan a li Rojavayê Kurdistanê de got, “Eger kurd li Rojava yek bûna wê rewş ne weke îro bûya.”
Heyeta DEM’ê piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re dewam dike.
Yapicioglu derbarê hevdîtina li gel şanda DEMê jî got, eger DEM daxwaz bike emê bi wan re bicivin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu der barê guherîna makeqanûnê û zimanê kurdî de jî got, “Divê makeqanûna Tirkiyeyê bê guhertin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî.”
Yapicioglu di derbarê banga Ocalan de jî got:, “Eger tenê mijara danîna çekan were gotûbêjkirin, muxatab Abdullah Ocalan e. Ne diyar e ku Öcalan wê bangek wiha ji PKK’ê re bike yan na. Piştî ku bangek wiha kir, ne diyar e ku hevalên wî yên li Qendîlê wê qebûl bikin yan na. “Lê ez di wê baweriyê de me ku îhtimala bangeşeya wiha heye, lê em ê hemû bibînin ka dê encam çi be.
Yapicioglû piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û got, “Min berê jî gotibû, em piştgiriyê didin xebatên ku ji bo PKK dev ji çekan berde. Weke me got PKK îro ji bo kurdan pirsgirêk e û zirara herî mezin dide kurdan. Em dibêjin bila PKK dev ji çekan berde. Ev yek e. Piştre; Em dibêjin PKK çekan berde yan neke divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em dibêjin kurd jî wek tirkan damezrînerên vê komarê ne, lê îro dewlet wek ku tenê dewleta tirkan be tevdigere. Beşek ji kurdan xwe xwediyê vê dewletê nabînin. Em dibêjin divê ev ji holê rabe, kurd xwediyê vê axê, vî welatî û damezrînerên vê dewletê ne, vê komarê ne, divê wekhevî hebe, kurd jî wek tirkan bibin xwediyê heman mafan. “Divê zimanê Kurdî di nava dewletê de bê bikaranîn û ti astengî li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê nemîne û ji bo vê jî divê destûra bingehîn a Tirkiyeyê bê guhertin.