Civak

Yalçinkaya ji bo girtina Ak-Partiyê dozê vedikê

Rojnemevan û nivîskarê rojnama Tirkî  ya Guneş Talat Atilla, di nivîsa xwe ya îro de dibêje ku: Serdozerê Tirkiye di derbarê Ak-Partiyê de îdianameyek nû amade kiriye û di vê îdianameyê de cardin doza girtina Ak-Partiyê dike û dê demek nêzik de ji bo girtina Ak-Partiyê dozê li Dadgeha Destûrî veke. Li gora ku Talat Atilla, nivîsiye helwesta wezîrê navxwe  Beşîr Atalay,  ya di derbarê hatine hinek endamên PKK-ê ya Xabûrê re derbasbûyin û nehatîn girtin, ji teref serdozer ve wek delîl hatiye nîşandan.

Evê demek e pirsa girtina Ak-Partiyê bi awayekî  tê xeberdan, li gora rojnmeya Guneşê ev yek hêdî  ji gotinê derketiyê dê demek kurt de bibe rastiyek.

 

Back to top button