Kultur

Li Ermenistanê, perwerdeya kurdî bû fermî

Ji bo bikaranîna alfabeya latînî di zimanê kurdî de, Kurdan kedeke mezin dan.

Dawiya wê kedê serkeftin bû.

Elegaz ku weke navenda çand û zimanê kurdî li Emenistanê tê naskirin, bû navenda civîneke befereh. Di civînê de gelek kes ji xelkê beşdar bûn.

Di civînê de hate ragihandin ku li kêleka zimanê Ermenî, wê zimanê kurdî jî bi alfabeya latînî were xwendin. Niha wê ev perwerde ji bo pola 1. û 2’mîn be.

Ew plan dikin ku heta sinifa 12’mîn jî berdewam bike.

Di civînê de serokê Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîd axaftineke dirêj kir.

Di axaftina xwe de diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin perwerdekirina zarokên kurd bi zimanê dayîkê. Ji ber vê yekê jî wan kedeke mezin da û li dawiyê perwerdeya bi zimanê kurdî alfabeya latînî dane qebûlkirin.

(Avesta)

Back to top button