Ji Swêdê bo parlementoya Iraqê
Kurte jiyana Perîzad Şaban kandîda perlemanê Îraqê li ser Lîsta Kurdistanî bo helbijartinên 7.3.2010
Nav: Perîzad Şaban Muhemed Berwarî
Jidayikbûn: 1970 Duhok
Pila xwandinê:
1- Derçûya amadeyî ya bazirganî (ji ber şehîdkirina babê wê Baasiya nehêla ew û xuşk û birayên wê xwandina bilind bixwînin).
2- Xwandina peymangeha medyayê (ragehandinê) li Swêdê bo demê salekê (ji ber zivirîna wê bo Kurdistanê bidumahî neyina).
Rewşa civakî: Şûkiriye ligel Azad Sebrî Helweyî û deyka dû kuran û keçekê ye.
Zimanên dizanît: Kurdî, erebî, Swêdî û Îngilîzî.
Kar:
1- Karên medya û kargêrî
2- Helbestvan û nivîskarî (bi zimanê erebî dinivîsît).
3- Peyamnêra berê ya kenalê al-Taaxî yê ser bi kenalê Zagiros ve.
Çalakî
– Endama Yeketiya Nivîserên Kurd e li Swêd.
– Endma Êketiya Medyakarên Kurdistanî yên elektironî ye.
– Endama komîta bilinda xwebexşan ji bo piştevaniya serok Barzanî di helbijartinên 2009 da.
– Endama komîta kargêr bû di Senterê Roşinbîrî yê Kurdistanî da li Jonşopîng/Swêd
– Sê vekolînên ekadîmî nivîsîne li jêr çavdêriya Peymangeha Şaristanî li ser hersê nivîsevan û zanayên kurdên Behdînan Ehmedê Nalbend, Mela Xelîlê Mişextî û Sadiq Bihadîn( bi zimanê Erebî ).
– Helbest û gotarên siyasî divan malperan da belavkirîne (malperê Hukumeta Kurdistanê, Doxata, Gemiya kurdan, Dengê Kurdistanê, Dengê Îraqê, malperê Amêdiyê, PUK mediya, Kurdmediya, malperê Qendîl û çend malper û kovar û rojnamên dî).
– Bo demê 12 salên jiyana li Swêd endam bû di Senterê Roşinbîrî yê Kurdistanî da û di gelek bizav û çalakiyan da pişkdarî kiriye wek: Xwelên kargêrî, Medya, Kompiyoter û bi dehan semînar û konferanis li ser kultûr, ziman û dîrûka kurda ji bo Swêdiyan û revenda kurd li wî welatî gêrayne.
Malbata Perîzadê:
Babê Perîzadê Şehîd Şaban Dêrîşkî yek bû ji kadir û xebatkarên Kurdistanê di herdû şorşên Îlon û Gulanê da û ew û xanima xwe (Sebriye Hekarî) her ji sala 1958ê bûyine endamên Parta Dîmokrata Kurdistanê û piştî helbûna agirê şorşa Gulanê li sala 1976ê wî li gel guropeke kadiroyên qaremanên Partîya Dîmokrata Kurdistanê dest bi rêkxistina partî kir bi nepenî di nav bajarê Duhokê da û yekemîn tora rêkxistina Partî bûn ku li sala 1977ê hatine girtin û li roja 21.9.1977ê ligel Şehîdan Mehmud Xilbîşî, Abid Abdull û Mulazim Abdulqadir Pêdeyî bi destê celadên rijêma Sedamî li zîndana Mûsilê hatine îdam kirin.
Demê babê wê hatiye şehîdkirin ew 9 zarok bûn ku ya mezin 12 salî û yê biçûk jî 4 mehî bû, tinê serperşta van 9 zarokên hûr deyka wan ya nivîskar û helbestvan (Sebriye Hekarî) bû. Di ser vê hemiyê ra dergehê zanko û peymangehan jî li van zarokan hate girtin ji ber babê wan yê şehîd û bi vê egerê xuşka wan ya mezin li sala 1983 ji peymangeha mamostayan hate derêxistin ji layê celadên Baasiya ve.
Deyka Perîzadê (Sebriye Hekarî) yek ji jinên xebatkar û beriniyasên devera Behdînan e ku her ji sala 1958ê bûye endama Partîya Dîmokrata Kurdistanê û helbestvaneka navdar e û heta nuke dû dîwanên helbestan çapkirîne û piştî serhildana pîroza 1991ê yekemîn berpirsa Yeketiya Afiretên Kurdistanê/ tayê Duhok bû û nuke jî kargêra Liqa Yek ya Partîya Dîmokrata Kurdistanê ye.
Peyam:
Perîzad dibêjît: 9 roja berî babê min îdam ken ez li gel dayik û xuşik û birayên xwe em çûyne seredana wan li zîndana Mûsilê, jineka mirova me jê pirsî: “Şaban ma te ev 9 zarokên hûr ne didîtin te xwe avête vî karî? “babê min lê vegêra û gotê: “dotmam raste zarokên min bo min hemû tiştin lê Kurdistan ji her tişt û her kesî pîroztir e bo min “.
Ez wî demî 7 sal bûm lê heta nuha jî rojê sed cara ew peyvên babê min di guhên min da deng vediden, lewma jî îro ez dixwazim bibime yek ji nûnerên Kurd û Kurdistanê li parlamentoya Îraqê li Bexdayê û wan hîvî û armancên babê xwe û bi hezaran şehîdên Kurdistanê bicî bînim. Herwesa min li bere ez bi şanazî ve bibime berevan û xemxwerek ji bo bidestiveanîna hemû mafên kurd û Kurdistanê, da ku şanaziya me ya bi hezaran sala ji me hatiye dizîn carekadî bo gelê xwe bizivirînîn û alayê me jî li nav alayên hemû milletên cîhanê bi hejît.
Pirogramê Perîzadê bo hilbijartinan
1- Bicîanîna madeya 140 bikim maneya wê ew nîne ku emê bazarî li ser Kerkûk, Şengal, Xaneqîn, Zumar û deverên din yên veqetandî bikin, ji ber ku bê gomane ku dever parçeyeka xweştivîn ji Kurdistanê ye, lê maneya wê ewe ku em dixwazin wan deverên xwe bi rêyên yasayî vegerînîn bo ser Kurdistanê.
2- Pêşmergê Kurdistanê divê heman mûçe û çek û pêdviyên ku leşkerê Îraqê hene Pêşmergey jî hebin, ji ber ku ew pişkeke ji sîstema berevaniya Îraqê.
3- Pişaka 17% ya berhemê petrola Kurdistanê û Îraqê ku para Kurdistanê ye, divê yekser bête ser hisabeka Kurdistanê û ji bo Kurdistanê bê mezaxtin, bêy ku biçe destê hikumeta Îraqê ku ew weke kaxezeka zextê li dijî Kurdistanê bikartînin.
4- Divê pişka 17% di zemalên xwandinê li dervey welat û di nav kulîjên leşkerî û firokevanîyê ji bo xwendekarên Kurdistanê bê misoger kirin.