Careka din serok Barzanî pirsa giringiya hebûna zimanekê standard û yekgirtî yê kurdî bo netewa kurd azirand, berî nihu jî serokê Kurdistanê ew pirsa han behis kir bû. lê, mixabin, heta nihu zana û rewşenbîrên me kurdan pêngaveke biçûk jî li ser vê rêyê nelivanidiye!

Ez dizanim zimanê kurdî çend şirîn e, ez dizanim ziman yek ji giringtirîn bingehên netewî ne û ez dizanim me weke kurdan çend qurbanî ji bona parastina zimanê xwe pêşkeşê kirine, lê dîsa ve yek bi tenê têra nake û nabe binameyek ji bona bikaranîna vî zimanî.

Li gor baweriya min, zimanê kurdî weke wê çendê ye ku; tu xwediyê kopmaniyayeke mezin bî û bi tenê yek kurê te hebe û tu gelek dixazî kurê te cîyê te bigire, lê mixabin, ew kur ne yê serkeftiye di xandina xwe de, ne yê serkeftiye di hilbijartina hevalên xwe de û ne yê zîreke di hişê xwe de, êdî tu dê çewa komaniya xwe deye destê wî? Ya baştir ewe ku tu kesekî zîrek, xwedî diplom, destpak û jîr bînî û kompaniyaya xwe bideye destê wî bila ew kes yê biyanî jî be, çunkî ew kes hejî birêvebirina kompaniyaya te ye, ne kurê te yê bikêrnehatî.

Zimanê kurdî jî, li gor min, weke wî kurê nezan û bikêrnehatiye, her çiqas xweşitviyê meye, lê bikêr nayê, lewma ya baş ewe em zimanekê biyanî bînin û bikin zimanê xwe yê fermî ji bo nivîsîn, xandinê û hikûmetê. Baştirîn zimanê biyanî jî zimanê îngilîzî ye, êdî hêdî-hêdî bila ew ziman bibe zimanê fermî û bila zimanê kurdî jî bi hemû zaraveyên xwe bimîne, weke mînak; Weke Hindistanê bila me jî hindek rojname, kitêb, hozan û stran bi zimanê kurdî hebin, lê zimanê xwendingehan, zimanê nivîsîna fermî a hikûmetê û parlamentoyê bila zimanê îngilîzî be. Bi vî awayî dê xwendekarên me gelek pêşbikevin û ji welatê me jî re gelek derî bên vekirin.

Serokê min çare eveye û çi çareyên din nînin, çunkî li gor baweriya min, zaravayên kurdî weke av û ronî ne û tu caran nayên têkhelkirin û tu caran jî nabin yek.

Emîrê Findî
War/Rojevakurd

 

Nêrînek

  1. Ev camêr kûr hezkiriyê ewropayiyan, heyranê kûltûra wan e. Ev ne sûcek e.\r\n\r\nEv camêr xwe bichûk dibîne, bi nasnameya xwe re li hev nekiriye, ji qalikê xwe hez nake. Ev encameke modernîzmê ye, ev nexweshî bi taybetî li cîhana sêyemîn gelek e.\r\n\r\nBiborin lê ev nexweshî li Bashûr jî gelek e. Reaksiyonek e. “Hemir ez nabim tishtekê, qet nebe xwe ji tishta ku nikarim pêk bînim, dûr bigirim”.\r\n\r\nLi Ewropa ev nexweshî di nava tirkan de pirr zêde rû daye. Tirk nekarîne întegre bibin, zimanên ewropayiyan fêr bibin. Îcar wekî reaksiyonek, bûne dijminê ewropayiyan, di nava Ewropayê de ji xwe re giravekê ava kirine.\r\n\r\nZimanê îngîlîzî helbet di gelek waran de bipêshketiye. Helbet kurdî gelek qels maye.\r\n\r\nLê ev ne sûcê zimanê kurdî, ji sûcê partî û pêshengiyan e.\r\n\r\nLi Bashûr ewcend zanîngehe hene chi dikin? Ez bêjim? Dema bêjim Bahûrî diqeherin. \r\n\r\nHûn Bashûrî:\r\n\r\n- Ne jêhatî, tembel in\r\n- Erebhez in\r\n- Feodal in\r\n\r\nHûn Bashûrî:\r\n\r\n- Naxwazin ji rehawetê derkevin, jêhatî û behredar bin\r\n- Hûn naxwazin kûltûra ereban a mirovan laqayîd, bêcîdiyet dike ji ser xwe bavêjin.\r\n- Naxwazin ji feodalîteyê xilas bibin.\r\n\r\nHelbet nexwesiyên me Bakuriyan ji yên me ne kêmtir e.\r\n\r\nRêzdar Emîrê Findî wekî hin afro-amerikayiyan difikire. Ew jî bi dermanan chermê xwe spî dikin. Michael Jackson ji ber wan dermanan nexwesh ket û mir. \r\n\r\nRêzdar Emîrê Findî heqaret li zanistiyê, exlaq, mejî, nûjenî û sharezayiya sedsala 21. kiriye. Zanistî ewchend bêchare û acîz nîne.\r\n\r\nRêzdar Emîrê Findî heqaret li zimanê kurdî kiriye, kurdî bi taybetî di warê cotyarî, rezvanî, florayê de ji îngîlîzî dewlmendtir e.\r\n\r\nHeger latînî nebe û bêjeyên 50 salên dawiyê yên teknîkê nebin, îngîlîzî ji kurdî qelstir e.\r\n\r\nXelkê dewlet avakirine, saziyên ziman avakirine.\r\n\r\nTirk ji axavtinên Ataturk fêhm nakin lewra zimanê wî osmanî bû. Tenê di nava 4 salên hikûmeta Ecevît (1974), bi qanûnî 20 hezar kelîme afirandin. Îro tirk ji zimanê 50-60 salan berê ewcend fêhm nakin. \r\n\r\nHûn saziyên fermî bo ziman ava nekin.\r\nHûn dewlet in li Bashûr, bo zimanê kurdî xizmetê nekin.\r\nBi kurtî hûn qet tishtekê nekin, lê pirr biaxivin, ev jî dibe komedî.\r\n\r\nEyb e, fedî ye. Li mêjiyê însanan heqaretê nekin.

  2. Emirê Findî\r\n\r\nGelo tu bijdil dibêjî yan jî tu henekê xwe bi me dikî. Ji kerema xwe re mêjîyê me zelal bike.\r\n\r\nEger tu bê bijidil dibêjim, naxwe kêmasîya vê malperêye ku cêh daye van ramanên te yê beredayî û nexweş.\r\n\r\nTake care\r\n\r\nRovî

  3. Ez nizanim Emirê Findî yan rexnegir van gotinan ji dil dibên yan yarîya dikin; lê rastîyek heye, ew jî serê me Kurdan gelek hişk e: belkî gelê cîhanê tevde werê ne: çimkî hema çi bigire, ciyê ku lê zimanê yegirtî hatiye serwerkirin, tev zor û zahmet pêkhatîye.\n\nLi ku kîjan zarava di giranîyê de be, ew serwer dibe. Li Başûr jî Soranî di giranîyê de ye. \n\nHelbet Kurd wek yek neteweyek ku bûye çar parçe bifikirin û yekîtîya van paçeyan bixwazin, Kurmancî di giranîyê de ye û gerek kurmancî û latînî bikin zimanê fermî. Lê gelo Kurd, bi taybet Kurdên Başûr, çar parçe wek yek netewe difikirin!? \n\nA ji ber van egeran ez makaleya vî camêrî wek mîzahek ku rastîya me bi lêvdike dibînim. Ji kerema xwe re, berî ku hûn mirovekî bi tundî rexne bikin, hinekî di rewşê de biramin!

  4. Di díroka Kurdan de,eve sedan sale Kurd ewqas bedel,u $ehíd,dane ewqasi berxwedan ,u xebat kirine, bu parastina zimané Kurdi,bu pé$ketina zimané netewi,hemu zimanén netwan u gelan,hatine u téne drust kirin ,u reform kirin,véca zimané Kurdi jí weku hemu zimanan zengíne, kevne,u téra xwe heye.Ev gotinén Emiré Findi bi rasti heqarete,pi&úk xistine,u bé baweri ví caméri ye.Her netewe di zimané xwe de dijí,gelo wé navé netewa Kurd bi zimané ínglizi wé &i lé bi kirin? ev gotin dagirkeréné Kurdistané nabéjin,&imku híc rastiek weha níne.Ez kak Emiré Findi bu vé gotin u hizra wi ya xirab u ne Kurdperwer $ermezar dikim.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: