Polîtîk

Hişyar Zêbarî wergirtina bertîlê ji Kuwêt bi dijwarî red kir

Wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî îro li  Bexdayê di preskonferensekê de diyar kir ku, li pêşiya pêşketina têkiliyên derve yên Îraqê bi welatên cîran re, arîşeyên navxweyî yên Iraqê asteng in û divê hikûmet vê yekê çareser bike.

Zêbarî, derbarê daxuyaniya parlamenterên lîsteya Iraqiye ku îdia kirine qaşo Zêbarî, ji ber bendera Mibarek, ji Kuwêytê bertîl wergirtîye got: “Ev îdia ne hêjayî bersivdanê ne jî ku mirov bersiv bide, lê dê li dijî kesên ev îdiya kirine, doz bê vekirin.”

Wezîrê derve ji hikûmetê xwest ku, li hember daxuyaniyên wiha derkeve û got: “Şandeya Iraqê di serdana Kuwêytê de, tenê behsa pirsên navbera her du welatan kiriye, qet behsa bendera Mibarek nekiriye.”

Mihemed Besîrî berdevkê hikûmeta Kuwêtê  ew nûçe red kir ku qaşo welatê wî li beramberî avakirina bendera Mubarek pere dabe Hişyar Zêbarî wezîrê derve yê İraqê.
Ajansa nûçeyan a Kona ya Kuwêtê li ser zimanê berdevkê hikûmeta Kuwêtê Mihemed Besîrî wiha belav kiriye: ‘’Em bi hemû awayekî nûçeyên wiha red dikin û berê ji aliyê balyozê Kuwêtê yê li Bexda ve jî hatiye redkirin.”

Hişyar Zêbarî, roja 21.09.2011-ê di civîna Neteweyên Yekgirtî de gotarek pêşkêş kir û got: ‘’Derbarê komkirina agahiyan li dor Bendera Mubarek de wan pisporên İraqî ku serdana Kuwêt kirine, rapora xwe dane civata wezîran û derheqê dirûstkirina benderê  Mubarek de ti metirsiyên İraqê nînin.’’
Ev daxwiyanî jî bû cihê nerazîbûna hinek parlamenter û kesayetiyên siyasî yên İraqê û daxwaz ji parlamentoya İraqê kirin ku lêpirsînê ligel Hişyar Zêbarî bike. Hindek aliya û parlamenteran rastexwe Hişyar Zêbarî bi wergirtina bertîlê ji Kuwêtê tawanbar kir.

 

Back to top button