Polîtîk

Êrîşî pêşmergeyan kirin, 5 birîndar û yek şehîd

Duhî li dor saet 11ê şevê,   grûpeke çekdarên nasnekirî li devera Navdoman a di navbera Xaneqîn û Celewlayê de êrîş kir ser baregayekê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê  û di encam de 6 pêşmerge birîndar bûn. Piştê birîdar gihandîne nexweşxaneya Silêmaniyê pêşmegeyekê birîndar jiyana xwe ji dest da û birînên 5 pêşmergeyên  din birînên sivik in. Pişît şerekê gerim grûpa çekdarên nenaskirî ber bi cîyekê nediya reviyan.

Weke tê zanîn meha çûyî hikûmeta herêma Kurdistanê bi armanca parastina ser û malê kurdên devera Xaneqîn, Celewla, Sadiye û bajarokên du lîwayên hêzên pêşmegeyê Kurdistanê rêkirin wan deveran.

Beriya pêşmerge biçin wan deveran, hema bêje heroj malbatn kurdên akinciyên bajarên xaneqîn, Celewla û Sadiye û bajarokên dihatin kuştin yan jî ji ser mal û milkê wan dihatin derkirin.

Back to top button