Civak
ji 2003ê ve milyon û nîv îraqî hatîne kuştin
Rojnameyeke amerîkî di jimara xwe ya duhî roja duşemiyê de, eşkre kir ku ji sala 2003ê heta nuha milyon û nîv îraqî hatine kuştin.
Rojnameye amerîkî Information Clearing House duhî, duşemiyê, di raporeke xwe de eşkere kir ku ji sala 2003ê û heta nuha milyon û nîv îraqî û 4794 serbazên amerîkî li Îraqê hatine kuştin.
Rojnameya navborî herwesa diyar dike ku Amerîkayê yek tirilyon û 256 milyar û 880 milyon û 376 dolar li şerê Îraq û Afganistanê xeric kirine.
Herwesa rojname hijmara kuştiyên serbazên amerîkî li Afganistanê diyar dike û dinivîse ku heta nuha 2745 serbazên amerîkî li afganistanê hatine kuştin.