Refîq Sabir endamê parlamentoya Kurdistanê ser bi lîsteya Kurdistanî îro di namyekê de ku ji serokatiya parlamnetoya Kurdistanê re şandiye îstîfa kir.

Sabir endamê yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê dibêje ku wê di namye xwe de daxaz ji serokatiya parlamentoya Kurdistanê kiriye ku îstîfya wê qebûl bikin; Ez li ser helwesta xwe ya devjêberdana parlamenteriyê bi îsrar im.”

Sabir li ser sedemên îstîfaya xwe ji şapemeniyê re got:
– Îro roja duşemiyê min nameya xwe ya devjêberdanê pêşkeşî serokatiya parlamnetoya Kurdistanê kir. Ez li ser devjêberana parlamenteriyê bi îsrar im û min daxaz ji seroaktiya parlamentoyê kiriye ku daxaza min qebûl bikin.

– Min hemû sedemên karhêlanê di nameya xwe de destnîşan kirine. Heta seroatiya parlamentoyê daxaza min qebûl neke, sedeman ji bo mediyayê eşkere nakim.

Weke tê zanîn Refîq Sabir  serokê komisyona destpakiyê (Nezahe)  bû û di destpêka îsal de îstîfa ji serokatiya wê komisyonê kir bû û li gor hindeke çavkaniyan sedemêm îstîfakiirnê  ji bo nakokiyên nava YNK vedigere.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: