Polîtîk

Ji bo çareseriyê pêşniyarên Nêçîrvan Barzanî

Hesen Cemal di kitêba xwe ya nû de behsa hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re dike

Rojnamevan û nivîskarê navdarê Tirkiyeyê Hesen Cemal kitêbeke nû bi navê (Dîtinek nû bo pirsa kurdî: xwe emanetî aşitiyê bikin) nivîsiye û di heftiya bê de  ew kitêb dê bikeve bazarî.

Cemal di kitêba xwe de tekîdê li ser gotinên Murad Karaliyen serokê KCK-ê dike ku dibêje: “Desthilata ku dikare me ji çiya bîne xwarê, bi tenê desthilata Ebdula Ocelan e.”

Pirtuka Hasan Cemal

 

Rojnamevan Hesen Cemal di kitêba xwe de behsa hevpeyvîna xwe ya digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta Kurdistanê dike.

 
Cemal gotinên Nêçîrvan Barzanî di 7 xalan de kom dike:

 
1-       Pêwîste Enqere rastiya PKKê bibîne û di çarçoveyê wê rastiyê de pilaneke aşitiyê amade bike.

 2-      Pêwîste Enqere yek (ser) be.

 3-      Pêwîste Enqere wê rastiyê li ber çavan bigire ku serokê yekemê PKK-ê di zîndana Îmralî de ye.

 4-      Pêwîste ew yek li ber çavan be ku, rewşa Ocalan di zîndana Îmralî de di vekirina deriyên aşitiyê de gelek giring e û di vê çarçoveyê de pêngavên demkurt, demnavîn û demdirêj pavêje.

 5-      Derbarê Xetîb Dîcle û parlamenterên din yên BDP-ê ku di zîndanê de ne, ji bo azadkirina wan gavên pêwîst bên avêtin.

 6-      Nîyeteke baş ji kampa Maxmûr re bê nîşandan.

 7-      Ji bona nemana bêbaweriyê di navbera Enqere û PKK-ê de gavên pêwîst bên avêtin.

 

 

Back to top button